Şêniyên Tebqayê sersaxî da malbatên 2 şehîdan

Şêniyên Tebqayê yên beşdarî merasîma sersaxiyê ya endamê Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê şehîd Mihemed El Hemêdî û şervanê QSD′ê şehîd Selah Xelîl bûn, soza berdewamkirina têkoşînê heta serkeftinê da.

Şêniyên Tebqayê sersaxî da malbatên 2 şehîdan
Şêniyên Tebqayê sersaxî da malbatên 2 şehîdan
Şêniyên Tebqayê sersaxî da malbatên 2 şehîdan
Şêniyên Tebqayê sersaxî da malbatên 2 şehîdan
Şêniyên Tebqayê sersaxî da malbatên 2 şehîdan
Şêniyên Tebqayê sersaxî da malbatên 2 şehîdan
Şêniyên Tebqayê sersaxî da malbatên 2 şehîdan
Şêniyên Tebqayê sersaxî da malbatên 2 şehîdan
23 hezîran, 2025   15:03
TEBQA

Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê, koçberên Efrîn û Şehbayê, ji bo sersaxiyê bidin malbatên endamên Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê şehîd Mihemed El Himêdî û şervanê QSD′ê şehîd Selah Xelîl, ber bi konê sersaxiyê ve ku li navenda bajarê Tebqayê hatiye vedan, herikîn.

Mihemed El Himêdî di 8’ê Sibata îsal de di êrişeke a balafirên artêşa Tirk a dagirker de li gundê Xatûniyê şehîd bûbû, şervanê QSD′ê Selah Xelîl jî di 20′ê Kanûna 2024′an de dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, şehîd bûbû.

Merasîmê bi rêzgirtina dest pê kir. Piştre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Seqir Cirniyê axivî û soza domandina têkoşîna şehîdan da.

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Necah El Ehmed jî axivî: "Fedakariya şehîdan nayê jibîrkirin û em ê li ser wê sozê bimînin, têkoşîna wan dewam bikin. "

Hevserokê Desteya Karên Hundir ê kantona Tebqayê Riyad El Welî jî got: "Em ji hemû cîhanê re dibêjin ku gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta serketinê wê dilsozê rêya têkoşînê bin. Ji vir li bin konê sersaxiyê em hemû pêkhate û mezheb li hev kom bûne û biratiya gelan nîşan didin."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Hemed El Ferec di axaftina xwe de bal kişad ser fedakariya şehîdan ji bo gelê wan xwe di nava ewlehî, rûmet û serbilindiyê de bijîn. Her wiha destnîşan kir ku ev fedakarî ji bo gel bûye egera berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(k)

ANHA