Şêniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê: Hikûmeta veguhêz peymanê binpê dike

Şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê nerazîbûna xwe li hember binpêkirinên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li her du taxan, anîn ziman.

Şêniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê: Hikûmeta veguhêz peymanê binpê dike
1 cotmeh, 2025   10:57
HELEB

Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê peymana ku di 1`ê Nîsanê de bi Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê re îmze kiribû, binpê dike. Di vê mehê de rêze binpêkirin hatine kirin, ku li dijî xaleke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li nêzî Şêx Meqsûd êriş pêkhat û rêya navneteweyî ya Heleb û Reqayê li nêzî Dêr Hafir hat girtin. Her wiha li dora Eşrefiyê û herêma El Layramûnê çeper hatine danîn û baregehên leşkerî hatine avakirin.

Şêniyên her du taxan nerazîbûna xwe der barê binpêkirinên hikûmeta veguhêz û nepêkanîna xalên peymanê anîn ziman.

Şêniya bi navê Zîlan Mehmûd got ku peyman 1`ê Nîsanê, ku ji bo  pêşxistina jiyana hevbeş û parastina aştiya navxweyî hatiye imzekirin, ji hêla himûmeta veguhêz ve bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin, ev yek bi piştgirya hin hêzên derve re tê kirin û armanca wan dirêjkirina dema krîzê ye.

Zîlan bal kişand ser binpêkirinên ku di mehên dawî de hatine kirin, û diyar kir ku  xalên 3 û 8 ên peymanê hatine binpêkirin. Li gorî van xalan Wezareta Karên Hundir, bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji bo parastina şêniyên her du taxan berpirsyar in.

Şêniyê bi navê Ehmed Mihemed da zanîn kir ku hikûmeta veguhêz gelek binpêkirinên mîna revandin, girtina rêyan, û êirşa li ser xalên kontrolê yên ewlehiyê, kirine. Mihemed diyar kir ku meclisa giştî ya her du taxan bendên peymanê pêk tîne, lê hikûmeta veguhêz binpê dike.

Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker tevliheviyê bikar tîne da ku hikûmeta veguhêz teşwîq bike ku projeya rêveberiya xweser têk bibe.

Ehmed Fexrî, yek ji koçberên Efrînê ye, wiha got "Piştî hilweşîna rejîma berê ya Baasê, bi taybetî piştî du peymanên ku di navbera Rêveberiya Xweser, QSD û hikûmeta veguhêz de hatine imzekirin, me hêvî dikir em bi awayekî ewle vegerin deverên xwe, lêbelê, ji ber  binpêkirinên berdewam ev hêvî pêk nehatin. "

Fexrî wiha zêde kir, "Dagirkeriya Tirkiyê hewldanên ji bo pêkanîna aramiyê û avakirina Sûriyeyek yekgirtî asteng dike, ji ber ku ev yek dê hebûna wê li herêmê ji holê rake. Ev kiriyar jî dê aloziyên herêmê zêde bike û dema kirîzê jî dirêj bike. "

Ji dema îmzekirina peymana 1`ê Nîsanê heta 1`ê Îlonê, hejmara binpêkirinên ku ji hêla hikûmeta veguhêz ve ji hatine kirin gihîştiye 77 binpêkirinan, weke revandin, dorpêçkirinên demkî, êrişên bi dronên xwekuj, çêkirina çeperan û bikaranîna zarokan bo çalakiyên îstîxbaratê yên neqanûnî.

(k)

ANHA