Şêniyên gundê Um El Kêf: Em axa xwe bernadin

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundê Um El Kêf ê Til Temirê de zerarên madî yên mezin li mal û milkên gundiyan bûn. Gundiyan diyar kir ku ew dest ji xaka xwe bernadin.

28 cotmeh, 2024   06:10
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Dewleta Tirk a dagirker ji şeva çarşemê (23 Cotmeh) ve êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Di wan êrişan de binesaziya giştî, kargeh, şîrketên taybet û malên sivîlan dike hedef.

Gundê Um El Kêf ê dikeve rojavayê Til Temirê jî bi dijwartî hat topbarankirin. Di dîmenên ku me kişandine de diyar dibe ku gelek mal bi temamî û hinek jî bi qismî wêran bûne.

Gundiya bi navê Eyşe El Ezo got: "6 sal e dewleta Tirk rojane malên me topbaran dike. Lê dîsa jî me ax û mala xwe berneda. Dema gund tê topbarankirin, em derdikevin çolê û piştî topbaran radiweste em vedigerin gund."

Fatme El Elî jî destnîşan kir ku dewleta Tirk ji 23`yê Cotmehê ve şev û roj gund bi dijwarî topbaran dike.

Fatme diyar kir ku roja şemiyê topek li mala cîranê wan ketiye û di encamê de zarokên wan birîndar bûne û çêleka wan ku jêdera debara wan bû, mirar bûye.

Fatme destnîşan kir ku dewleta Tirk sahrîcên avê û erebeyên ku nan tînin gund topbaran dike, ji ber wê hin caran heta 3 rojan bê av û nan mane.

Fatme wiha domand: "Tevî wê jî, em ji malên xwe dernakevin. Çi dike bila bike, em axa xwe bernadin."

Eyşe El Ehmed jî wiha axivî: "Dewleta Tirk dixwaze me bide koçberkirin, lewra malên şêniyan topbaran dike. Şemiyê em li pêşiya malê rûniştibûn, top li ser gund bariya."

Eyşe di dawiyê de got: "Bila dewleta Tirk bizane ku em dest ji ax û malên xwe bernadin û em ê li ber xwe bidin."

(şx/k)

ANHA