`Divê em xwe ji pêvajoyeke nû ya têkoşînê re birêxistin bikin`

Şêniyên ji bajarên Şedadê û Til Temirê diyar kirin ku piştî nameya Rêber Abdullah Ocalan divê xwe ji pêvajoyeke nû ya berxwedanê re bi rêxistin bikin. Şêniyan destnîşan kir ku mezinkirina têkoşînê, misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

 `Divê em xwe ji pêvajoyeke nû ya têkoşînê re birêxistin bikin`
28 cotmeh, 2024   03:10
HESEKÊ
 XIDIR FEYAD-EBDULXENÎ EL HAMAN

23`yê Comtehê parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê û biraziyê Rêber Abdullah Ocalan, Omer Ocalan li Îmraliyê hevîditin bi Rêber Abdullah Ocalan re kir. Piştî hevdîtinê Omer Ocalan nameya Rêber Abdullah Ocalan ragihand ku dibêje: "Tecrîd berdewam e. Heke şert û merc saz bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji şer û tundiyê veguhêzim zemîna hiqûqî û siyasî.”

 Şêniyên kantona Cizîrê nêrînên xwe der barê nameya Rêber Abdullah Ocalan û hevdîtina li gel wî de parve kirin.

Şêniya bi navê Buşra El Hemîd a ji bajarê Şedadê got: "Piştî 43 mehên tecrîdê, hevdîtin li gel Rêber Abdullah Ocalan çêbû û em li ser tenduristiya wî hinekî rihet bûn. Ev hevdîtin encama mezinkirina berxwedanê ji aliyê gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û kesên pê bawer dikin ve ye. "

Buşra diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan nameya aştiyê şand û tê de got ku ew dikare şer veguhêze aştiyê û çareseriya siyasî.

 Buşra wiha domand: "Em hevgirtî ne. Em ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û avakirina projeya netewa demokratîk berdewam bikin. Ji ber ku ev projeya yekane ye ku banga demokrasiyê û jiyana hevbeş dike. "

Ehmed El Xedîr ê ji bajarê Şedadê jî pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, şermezar kir û got: "Piştî ku malbatê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir dilê me hinekî rihet bû. Em di wê baweriyê de ne ku Rêber Abdullah Ocalan dikare pêvajoya şer derbasî aştî û çareseriya siyasî bike. "

 El Xedîr ev li gotinên xwe zêde kir: "Em weke gelê herêmê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, dê têkoşînê bidomînin. "

 Şêniyê bi navê Yasir El Ebas ê ji Şedadê jî bi bîr xist ku piştî demeke dirêj a tecrîdê û berxwedana gelê herêmê li qadan, hevdîtin çê bû

 El Ebas got ew bi Rêber Abdullah Ocalan û projeya neteweya demokratîk re ne ku hemû pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan û hemû pêkhateyên din hemêz dike.

 Şêniyê bi navê Idrîs El Yûnis ê ji Til Temirê anî ziman ku tevahî pêkhateyên herêmê dema bihîstin ku hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re çêbûye, kêfxweş bûn.

El Yûnis diyar kir ku şêniyên herêmê heta Rêber Abdullah Ocalan azad bibe, dê li qadan bin û têkoşîna xwe mezin bikin.

 El Yûnis bang li dostên gelê Kurd û welatparêzên li Tirkiyeyê kir ku li dijî siyaseta dewleta Tirk a dagirker bisekinin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, tê bikoşin.

 Şêniya bi navê Hemdiye Kotî ya ji Til Temirê wiha axivî: "Piştî ku me nameya Rêber Abdullah Ocalan bihîst, divê em bi şev û roj kar bikin û li qadan bin û  ji bo azadiya wî ya fîzîkî, têkoşînê mezin bikin. Dewleta Tirk ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan ditirse. Lewra pergala îşkence û qirkirinê ferz dike."

 Hemdiye wiha domand: "Li gorî nameya Rêber Abdullah Ocalan, divê gel têkoşînê mezin bike, piştgiriya hêzên leşkerî yên li herêmê bike. Destkeftiyên bi saya ramanên wî û xwîna şehîdan pêk hatine, biparêze. "

 Şêniyê bi navê Mehmûd Emîn ê ji Til Temirê got, divê gelê herêmê piştî ku nameya Rêber Abdullah Ocalan bihîst, xwe ji pêvajoyeke nû ya têkoşînê re birêxistin bike û ji bo bidawîkirina planên dagirkeriya Tirk û tecrîdê, hevgirtî bin.

Emîn di dawiyê de bang kir ku ji vê bêtir gel xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derkeve, projeya Rêveberiya Xweser ji siyasetên dewleta Tirk a ku dixwaze wê projeya biratiya gelan tune bike, biparêze.

(şx/k)

ANHA

til temir

şedadê