Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Serbest spart axê

Şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Serbest li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî spart axê.

Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Serbest spart axê
Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Serbest spart axê
Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Serbest spart axê
Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Serbest spart axê
Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Serbest spart axê
12 gulan, 2026   15:56
HESEKÊ

Şêniyên Dirbêsiyê li gel endamên saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nûnerên tevgerên ciwanan û jinan, îro cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Serbest (Mehmûd Osman Bekir) ku di 18’ê Çileyê de şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî spart axê.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê di 23`yê Sibatê de li ber mala malbata wî ya li bajêr, merasîmek xiyabî ji bo şehîd Serbest li dar xistibû.

Di merasîmê de endama Meclisa Leşkerî ya Amûdê Zelal Amûda axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Zelalê bal kişand ser rola şehîdan di parastina herêmê de û soza şopandina rêya wan dan.

Cenazeyê şehîd Serbest bi dirûşm û lîlandinan spartin axê.

(k)