Şehîdên QSD’ê Nemir û Mezlûm hatin oxirkirin

Şervanên QSD`ê şehîd Nemir Qamişlo û şehîd Mezlûm Efrîn bi merasîmekê hatin oxirkirin.

11 sibat, 2026   14:01
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê ji bo oxirkirin şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Efrîn (Demhat Menan) ku di 3`yê Sibatê de li bajarê Tebqayê şehîd bûbû û şervanê QSD`ê Nemir Qamişlo (Mehmûd Mihemed) ku di meha çile da li bajarê Tebqayê şehîd bûbû 3’ê sibatê hate eşkere kirin û şervanê QSD`ê Nemir Qamişlo (Mehmûd Mihemed) ku di 25`ê Çileyê li bajarê Çilaxa şehîd bûbû û di 5`ê Sibatê de ji bo wî merasîmê xiyabî hate lidarxistin, merasîma oxirkirinê organîze kir.

Merasîm li Pekrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hate lidarxistin, bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, bajarok û gundên wê, koçberên Efrîn, Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, endamên saziyên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê Xelîl Îso axivî û di şexsê şehîd Nemir Qamişlo û Mezlûm Efrîn de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û diyar kir ku wan bi dehan salan ji bo Kurdistanê têkoşîn û serhildan kirine. Ji bo wan sekna dayikan di nava şoreşê de Kurdistan bi xwe ye û wiha got: “Tu carî gelê Efrîn û Rojava ferq nexiste navbera parçeyên Kurdistan, Efrînê, Başûr, Bakur û Rojhilat de jî. Fikra rast têkoşîna şehîdan e, em her dem deyndarên şehîdên xwe ne, şehîdên me erka xwe pêk aniye, tişta mayî li ser milê me dikeve.”

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî jî da zanîn ku qehremanên wan dîrokeke nû ji bo rûmet û namûsa xwe nivîsand, ew ê şopdarên şehîdên xwe bin û got: “Soz li ser can û cesedê me, em ê şopdarên qehremanên şoreşê bin.”

Piştre wesîqeyên şehadetê radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Cenazeyên şehîd Nemir Qamişlo û Mezlûm Efrîn bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi destê heval û malbatên wan li Pekrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hatin veşartin.

(sb)

ANHA