Şehîd Şîlan Kobanê û hevreyên wê hatin bîranîn

Ofîsa Jinan ya PYD’ê Şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên wê bi bîr anîn.

Şehîd Şîlan Kobanê û hevreyên wê hatin bîranîn
Şehîd Şîlan Kobanê û hevreyên wê hatin bîranîn
Şehîd Şîlan Kobanê û hevreyên wê hatin bîranîn
Şehîd Şîlan Kobanê û hevreyên wê hatin bîranîn
Şehîd Şîlan Kobanê û hevreyên wê hatin bîranîn
7 kanûn, 2025   13:47
QAMIŞLO

Ofîsa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo bîranîna şehîd Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) û hevreyên wê Zekeriya Îbrahîm, Hikmet Tokmak, Nebo Elî û Hacî Cuma di salvegera 21’emîn de civîneke li navenda PYD`ê ya bajarê Tirbespiyê li dar xist.

Di bîranînê de, endamên PYD, nûnerên saziyên civaka sivîl, pariyên siyasî û şêniyên bajêr amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, rêvebera Ofîsa Jinan a PYD`ê ya Tirbespiyê Sebah Wehîd axivî û got: "Di şexsê şehîd Şîlan û hevrêyên wê de em hemû şehîdan bi bîr tînin û soza xwe bi wan re nû dikin ku em şopdarên rêya wan bin. Şehîd Şîlan û hevalên xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê xwe her xeterî dan ber çavan."

Sebah Wehîd destnîşan kir ku şehîd Şîlan û hevreyên wê, li hember dewletên ku dixwstin gelê Kurd tune bikin, rabûn û diyar kirin ku Kurd ne Kurdên berê ne û tune nabin.

Di dawî de senevizyonek li ser jiyana şehîd Şîlan û hevrêyên wê hat pêşandan.

Endama Komîteya Navendî PYD’ê Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) û hevrêyên wê Zekeriya Îbrahîm, Hîkmet Tokmak (Fûad), Nebo Elî (Cemîl) û Hacî Cuma Elî (Ciwan) 29’ê Mijdara 2004’an bi komployekê hevbeş a rejîma Baasê û dewleta Tirk a dagirker li bajarê Mûsilê yê Iraqê hatin şehîdxisitin.

(ex/b)

ANHA