Şehîd Bêrîtan li Kobanê hat bibîranîn

Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera 33’an a şehadeta xwe de li barjarê Kobanê hat bibîranîn.

Şehîd Bêrîtan li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Kobanê hat bibîranîn
23 cotmeh, 2025   14:15
KOBANÊ

Meclisa Kongra Star a Kantona Firatê bi boneya salvegera 33’an şehadeta têkoşer Bêrîtan (Gulnaz Karataş) merasîma bîranînê li dar xist.

 Bîranînê li hola PYD`ê a bajarê Şêranê ya kantona Firatê bi amadebûna bi dehan xekên bajarê Şêranê, malbatên şehîdan û nûnerên rêxistinên jinan pêk hat.

Merasîma bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, dûre ji rêveberên Kongara Star ên bajarê Şêranê Litfiyê Mehmûd axivî û got, Şehîd Birîtan bi têkoşîna xwe hat naskirin û bi hezaran jinên têkoşer li ser xeta we meşiyan."

Litfiyê Mehmûd soz da ku ew ê her tim xeta şehîdên xwe bişopînin.

Di merasîmê de mûm hate pêxistin û sînezyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Birîtan hate pêşandan.

Di dawiyê de li ser wesyeta şehîd Birîtan, şêranî li beşdaran hete belavkirin.

(sş)

ANHA