Saziyên civaka sivîl bang li hikumeta Şamê kir

Saziyên civaka sivîl ên Helebê bang li hikumeta Şamê kir ku li hember dewleta Tirk a dagirker ku serdestiya welêt binpê dike û beşên mezin jê dagir kirine, helwestekê nîşan bide.

Saziyên civaka sivîl bang li hikumeta Şamê kir
16 ÇILE, 2024   12:02
HELEB

Bi dehan nûnerên saziyên civaka sivîl li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn û daxuyaniyek da. 

Hevserokê Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê Ehmed Bîrhat daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate got: "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar dikin. Dewleta Tirk bi van êrişan serdestiya nîştimanî ya gelê Sûriyeyê û mafên wî yên bingehîn binpê dike."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk ji êrişan armanc dike xelkê herêmê bide koçberkirin, ji ber wê binesaziya aborî û xizmetguzarî ya herêmê bombebaran dike.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkeve, rola xwe ya siyasî, dîplomatîk û qanûnî bilîze.

(şx)

ANHA