Rûsyayê bejahiya Lazîqiyê, Heleb û Hemayê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê çiyayê Erbeyîn ê li bejahiya Idlibê, bejahiya Lazîqiyê, Hema û Idlibê bombebaran kirin.

Rûsyayê bejahiya Lazîqiyê, Heleb û Hemayê bombebaran kir
28 cotmeh, 2023   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê herêma çiyayê Erbeyîn ê li bejahiya Idlibê, derdora El Fetatira ya li başûrê Idlibê, gundên Sermaniyê yê herêma Sehl Xab ê rojavayê Hemayê û girên El Kebîne yên bakurê Lazîqiyê bombebaran kirine

Li aliyekî din çeteyên “Eniya Rizgariyê ya Nîştimanî” noqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora Bala ya rojavayê Helebê topbaran kirin. Tê gotin ku birîndar hene.

Hêzên hikumeta Şamê ji bendên kontrolê yên li derdora herêma “bêçek” derdora gundên Kefer Teal, Ebzemo û Kefer Emme yên rojavayê Helebê bi hawanan topbaran kirin.

(c)