Rojnameyên erebî: Tenêhiştina Sûriyeyê dê encamên xirab bi xwe re bîne

Çavdêr di wê baweriyê de ne ku bi tenêhiştina Sûriyeyê dibe ku encamên nebaş bi xwe re bîne, bi taybet ji bo Amerîkayê û her wiha dê bibe sedema belavbûna DAIŞ’ê.

Rojnameyên erebî: Tenêhiştina Sûriyeyê dê encamên xirab bi xwe re bîne
20 kanûn, 2024   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, behsa girîngiya destwerdana di kar û barên Sûriyeyê de kir, ji bo pêkanîna aramiyê û kêmkirina metirsiya vegera DAIŞ’ê.

Rojnameya El Ereb a Londonê der barê mijarê de wiha nivîsand: “Hilweşîna ji nişka ve ya Esed li Sûriyeyê, bê guman divê bihêle Amerîka destêwerdanê bike da ku alîkariya rejîma nû bike ku aramiyê li welat pêk bîne. Ev tişt ne tenê xizmeta geşedan û pêşketina gelê Sûriyeyê dike, lê di heman demê de xizmeta berjewendiya jeostratejîk a Amerîkayê û ewlehiya hevalbendên wê dike.

Pirs ev e; Amerîka ji bo armancên xwe divê çi tedbîran bigire?”

Rojnameyê wiha berdewam kir: "Ji bilî destwerdanê tu çareyeke Amerîkayê nemaye, ji ber ku tenêhiştina rejîma Sûriyeyê ku ew siberoja xwe destnîşan bike, dibe ku encamên berovajî bi xwe re bîne û bibe sedema bertekên giran ji bo Amerîkayê û hevalbendên wê. Ji bo ku ev tişt nebe, divê tedbîrên guncaw bêne girtin.

Pirsgirêkên destwerdanê pir in, lê ji ber vê yekê bi xwe divê Amerîka bi qasî wan pirsgirêkan be û bibe alîkar ji bo geşedanên li Sûriyeyê. Eger wiha nebe dê Îran, Tirkiye û Rûsya careke din welêt bikin qada pêşdebirina plan û armancên xwe yên xirab.”

‘GELO PEVÇÛNÊN LI SÛRIYEYÊ DÊ BIDOMIN?’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî wiha nivîsî: "Xweragiriya demdirêj a rejîmê, piştre hilweşîna wê ya ji nişka ve û sosret, hişt ku bi sed hezaran sûriyeyî yan jî bi milyonan, di navbera xemgînî, dilgiraniyê û tirsa ji bo siberojê de bijîn. Gelo şerê li ser Sûriyeyê bi dawî hat an jî reva serokê rejîmê dê bibe destpêka rewşên xirab wekî ya gelek welatên Ereban ku heta niha çarenûsa wan diyar nebûye?”

Rojnameyê her wiha nivîsî: “Desthilatdariya Rûsya û Îranê li Sûriyeyê kêm bûye. Lê belê hebûna çekdarî û siyasî ya biyanî hîn jî heye û DAIŞ jî li çolan belav dibe. Wisa xuya dike ku şer û pevçûnên li ser Sûriyeyê û hundirê Sûriyeyê dê bidomin û asoyên aştî û ewlehiyê hîna teng in!”

(k)