Rojnameyên erebî: Pergala global ji ber avakirina hêzên dijber bi fikar e

Rojnameyên erebî bal kişand ser şerê li Xezayê, aloziya belavbûna çekan, avakirina hêzên li dijî pergala global, her wiha aloziya navneteweyî ya piştî êrişên li ser Îranê.

Rojnameyên erebî: Pergala global ji ber avakirina hêzên dijber bi fikar e
10 tîrmeh, 2025   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de, şerê li Xezayê, aloziya belavbûna çekan, avakirina hêzên li dijî pergala global ku bi yekdestdariya çekan di destê desthilatdaran de tê nasîn, her wiha aloziya navneteweyî ya piştî êrişên li ser Îranê.

‘ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ ARMANCÊN XWE YÊN PÊŞÎN DIGUHERÎNE: AGIRBEST BERÎ JIHOLÊRAKIRINA HEMASÊ’

Rojnameya El Ereb a Londonê ragihand ku artêşa Îsraîlê roja Çarşemê sînyalên zelal têkildarî îhtîmala gihaştina rêkeftinekê ji bo rawestandina şerê li Xezayê dane.

Rojnameyê da zanîn: "Daxuyaniyên artêşa Îsraîlê pêvajoya agirbestê di ser armanca jiholêrakirina Hemasê re digire, rayedarên Îsraîlê ev tercîh jî bi berdewamî wek şertekî bêveger ji bo rawestandina operasyonên leşkerî pêşkêş kiriye."

‘EWLEHIYA GLOBAL DI BIN METIRSIYÊ DE YE’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser belavbûna çekan li derveyî kontrola dewletan li Rojhilata Navîn. Rojnameyê li ser vê mijarê jî Hizbullaha Lubnanê û Hûsiyên li Yemenê mînak nîşan dan.

Rojnameyê da zanîn ku mijara çekên Hizbullahê êdî ne mijareke navxweyî ya Lubnanê ye, bûye mijareke navneteweyî ku qaşo "aşitiya cîhanê tehdît dike."

Li gorî rojnameyê, Hizbullah êdî çekan ne tenê wek amûreke berxwedanê, lê wek amûreke bandorê û nasnameyeke alternatîf ji bo dewleta Lubnanê bi kar tîne. Têkildarî Hûsiyên li Yemenê jî hate gotin, Hûsî jî êdî ji bikaranîna çekan, derbasî çêkirina wan bûne, bi taybetî mûşekên balîstîk û dron, li deverên wekî Seade û Heccayê.

PIRSÊN LI SER REWŞA PIŞTÎ BOMBEBARANKIRINA ÎRANÊ

Rojnameya El Xelîc jî bal kişand ser aloziyên kûr ên di nava rejîmên navneteweyî de yên piştî êrişa leşkerî yên li ser tesîsên nukleerî ya Îranê. Rojnameyê hişyarî da ku cîhan dikeve qonaxeke xeternak ku dikare bibe sedema şerekî cîhanî yê mezin.

Rojnameyê bi domdarî destnîşan kir ku serokê DYA’yê Donald Trump hewl dide pergaleke nû ya global a li ser bingeha "Hêz heqiyê ava dike" ferz bike û bi vê yekê hemû rêgezên peymanên NY’yê binpê dike. Hate gotin, vegera li mentiqa kevn a "hevsengiya hêzê" hişyariyê li ser vegera li şert û mercên berî Şerê Cîhanê yê Yekemîn nîşan dide.

Rojnameyê performansa Konseya Ewlehiyê ya NY’yê rexne kir û îdia kir ku konsey di pêşîlêgirtina aloziyê de bi ser neketiye û bi awayekî veşartî di gurkirina şer de jî hevkarî kiriye.

(bb)