Rojnameyên erebî: Îhtîmala agirbestê li Xezayê kêm e

Rayedarên Îsraîlê diyar kir ku îhtîmala ku lihevkirineke lezgîn der barê pevguhertina dîlgirtiyan de bi Hemasê re çêbe, kêm e. Têkildarî Sûdanê jî hate diyarkirin ku pêşnûmeyeke neaşkerakirî rojeva aliyên leşkerî yên Sûdanê ye.

Rojnameyên erebî: Îhtîmala agirbestê li Xezayê kêm e
19 adar 2024   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da hewldanên pêkanîna agirbestê li Xezayê, rewşa Sûdanê û vekişîna DYA’yê jî Nîjerê.

‘SEROKÊ MOSSAD’Ê JI BO GUHERTINA PÊŞNIYARÊN HAMASÊ LI DOHAYÊ YE’

Der barê şerê Îsraîl û Hemasê de rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku rayedarên Îsraîlê îhtîmala ku lihevkirineke lezgîn der barê pevguhertina dîlgirtiyan de bi Hemasê re kêm dibînin.

Di berdewama nûçeyê de hate gotin: “Rayedaran şandeyeke îsraîlî bi serokatiya serokê MOSSAD’ê David Barnea re çû paytexta Qeterê Dohayê. Armanca serdanê guhertina “xetên qalind ên ku ji aliyê Hemasê ve hatine pêşiyarkirin” e. Mijar hîna bi girêk e û pêwîstiya wê bi demê heye."

Hate diyarkirin ku li gorî Reutersê, Îsraîl li beramberî ku Hemas 40 dîlgirtiyên Îsraîlê serbest berde, dê agirbestekê ji bo 6 hefteyan li Xezayê pêşniyar bike.

‘PROJEYA LIHEVKIRINEKE NEAŞKERAKIRÎ LI SER MASEYA ALIYÊN LEŞKERÎ YÊN SÛDANÊ YE’

Rojnameya El Quds El Erebî der barê geşedanên li Sûdanê de nûçeyek weşand. Li gorî nûçeyê "Aliyên leşkerî yên sûdanî civînên xwe yên neaşkerakirî didomînin. Mijara civînan projeya lihevkirina ji bo agirbestê û avakirina hikumeteke sivîl û artêşeke yekbûyî ye ku damezirandina wan 10 salan dewam bike."

Hate diyarkirin ku proje ji aliyê DYA, Erebistana Siûdî, Misir, Îmarat û dewletên din ve tê destekkirin û wiha hat domandin: "Proje mafê parêzbendiyê dide fermandarên artêşa Sûdanê, Hêzên Piştevaniya Lezgîn ku piştî malnişînbûnê dikarin xebata siyasî bikin û beşdarî hilbijartinên ku dê piştî avakirina hikumeta demkî ya yekemîn bên lidarxistin, bibin"

‘NÎJER TEVKARIYA XWE YA BI DYA’YÊ RE BI DAWÎ DIKE: ROLA RÛSYA Û ÎRANÊ ÇI YE?’

Rojnameya El Erebî El Cedîd cih da vekişîna DYA’yê jî Nîjerê. Hate gotin, dibe sedemên vê vekişînê girêdayî nerazîbûna DYA’yê ji ber kûrbûna rola Rûsyayê li Nîjerê, an jî nerazîbûna wê li hember peymana firotina uranyumê ji Îranê re ji bo meclisa leşkerî be.

Li gorî rojnameyê, dibe ku ev vekişîn bandorê li rola Washingtonê ya li rojavayê Afrîkayê û xebatên wê yên li hemberî "cîhadîstên li herêma peravê" bike.

(bb)