Roja Kobanê ya Cîhanê… ‘Gel dê destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin’

Meclisa Bajarê Hesekê bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir ku bi saya berxwedana Kobanê dîrok hate guhertin, gel bi biryar in ku destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.

Roja Kobanê ya Cîhanê… ‘Gel dê destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin’
1 mijdar, 2025   14:57
HESEKÊ

Bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê, Meclisa Bajarê Hesekê bi beşdariya endamên meclisê û endamên komînan, li pêşiya navenda meclisê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla hevserokê meclisê Farûq Tozo ve hate xwendin. 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bajarê Kobanê dîroka xwe bi tîpên ronahiyê nivîsandiye û hate gotin: "Dema ku hêzên berxwedêr destanên herî mezin ên qehremaniyê di parastina ax û gel xwe de didan meşandin, bi ser ket. Kobanê bûye sembolek ku hestên tevahiya cîhanê tevlihev kirine. Nûçe û wêneyên berxwedana wê sernavên li çaraliyên cîhanê, nemaze li Rojava, serdest bûne. Bi vî rengî, Kobanê bûye sembola berxwedana bêhempa.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin çavê cîhanê li ser Sûriyeyê ye û wiha got: "Em wê bûyerê tînin bîra cîhanê ku rêça dîrokê guherand û îspat kir ku gelê ku dixwazin mafên xwe bi dest bixin, dê bi ser bikevin. Tiştek nikare bi vê yekê re pêşbaziyê bike. Di vê bûyera girîng de, em bi biryar in ku destkeftiyên ku bi saya giyanê şehîdên Kobanê ji hemî civakên cihêreng ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin, biparêzin. Em ê dev ji hilbijartina ku rûmeta me vegerandiye bernedin ku ew jî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."

(zş)

ANHA