Yekitiya Esnafan a Kantona Tebqayê hat avakirin

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk bi konferansekê Yekitiya Esnafan a Kantona Tebqayê ava kir.

Yekitiya Esnafan a Kantona Tebqayê hat avakirin
Yekitiya Esnafan a Kantona Tebqayê hat avakirin
Yekitiya Esnafan a Kantona Tebqayê hat avakirin
Yekitiya Esnafan a Kantona Tebqayê hat avakirin
Yekitiya Esnafan a Kantona Tebqayê hat avakirin
Yekitiya Esnafan a Kantona Tebqayê hat avakirin
Yekitiya Esnafan a Kantona Tebqayê hat avakirin
Yekitiya Esnafan a Kantona Tebqayê hat avakirin
1 mijdar, 2025   15:20
TEBQA

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk îro konferansa damezirandina Yekitiya Ensafan a Kantona Tebqayê ava kir. Konferans bi dirûşma "Birêxistinkirina pîşesaz û esnafan mîsogeriya pêşxistina civaka demokratîk e" li hola Meclisa Gelan a li bajar pêk hat. Endamên Yekitiya Esnafan, Meclisa Gelan a kantonê, nûnerên partiyên siyasî, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî konferansê bû.

Konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Kantona Tebqayê Hudan Ewan nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê neteweya demokratîk de xwendin.

Hevseroka Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Hesen rewşa siyasî nirxandin.

Nesrîn bal kişand ser Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku hevpeyman encama ked û xebateke hevpar a pêkhateyên herêmê ya ji bo avakirina civakeke demokratîk e. Nesrînê xwest ev nimûneya hevpeymanê li gelemperiya Sûriyeyê were pêkanîn.

Piştre rêziknameya yekitiyê hat xwendin û nîqaşkirin da ku li gorî wê were nûkirin û şeklê dawîn were pejirandin.

Di dawiyê de hilbijartin pêk hatin. Di encamê de Xaliya El Mihemed û Xalid Îbrahîm bûn hevserokên Yekitiya Ensafan a Kantona Tebqayê.

(bb)

ANHA