Rewşa zarokê li Şera birîndar bûye, giran e

Çavkaniyên tibî ji nexweşxaneya bajarokê Til Rifetê yê li Şehbayê diyar kir ku birîna zarokê di êrişa droneke biçek a dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûye, giran e û ew rakirine nexweşxaneyên Helebê.

Rewşa zarokê li Şera birîndar bûye, giran e
17 îlon, 2024   22:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê droneke biçek a dewleta Tirk a dagirker gundê Tinib ê bajarê Şera yê Efrîna dagirkirî bombebaran kir, di encamê de zarokê bi navê Muaz Ebdulezîz Îsmaîl (4) birîndar bû.

Li gorî çavkaniyên tibî ji nexweşxaneya bajarokê Til Rifetê, zarokê bi navê Muaz di zik, gurçikê xwe yê çepê û pişta xwe de bi giranî birîndar bûye, piştî destwerdanên tibî yên destpêkê, zarok rakirine nexweşxaneyên Helebê.

(fr)