Rewşa li Hesekê.. seferberî û serhildana gel berdewam e

Li hember êrişên çeteyên hikumet demkî ya Sûriyeyê li ser herêmên kantonên Cizîrê û Fratê, gel û hêzên leşkerî û yên ewlekariyê li bajarê Hesekê di nava rewşa seferberî û berxwedanê de ne.

Rewşa li Hesekê.. seferberî û serhildana gel berdewam e
Rewşa li Hesekê.. seferberî û serhildana gel berdewam e
Rewşa li Hesekê.. seferberî û serhildana gel berdewam e
Rewşa li Hesekê.. seferberî û serhildana gel berdewam e
Rewşa li Hesekê.. seferberî û serhildana gel berdewam e
Rewşa li Hesekê.. seferberî û serhildana gel berdewam e
20 ÇILE, 2026   13:53
HESEKE

Piştî banga berxwedanê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), şêniyên Hesekê daketin kolan û meydanan û amadebûna xwe ya ji bo parastina bajarê xwe nîşan dan. Ev tevgera gel tenê li Hesekê sînordar nebû. Bi hezaran şêniyên bajar, bajarok û gundên kantonên Cizîrê û Firatê ji bo piştgiriya hêzên xwe, QSD û YPJ`ê xwepêşandan kirin û hevgirtina xwe bi hêzên xwe re anîn ziman.

Îro sibê, nûçegihanên ajansa me li tax û kolanên bajêr geriyan. Bajarê  Hesekê di rewşek asayî û ewlehiyê de ye, û şênî bi karên xwe yên rojane mijûl dibin. Hêzên QSD`ê, YPJ`ê li eniyên pêş parastina gel dikin.

Di warê xizmetên giştî de, nanpêjxane bi rêkûpêk dixebitin da ku hewcedariyên şêniyan bicîh bînin, û dikanên xwarinê hatine vekirin.

Di warê tenduristiyê de, karmendên bijîşkî yên li Nexweşxaneya Gel karê xwe didomînin, û dermanxane ji bo pey peydakirina hewcedariyên bijîşkî vekirî dimînin.

(k)