Rêveberiya Xweser wê her tonek genim bi 420 dolaran bikire

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ew ê her tonek genim bi bihayê 420 dolaran ji cotkaran bikire, her wiha ji bo piştgiriya sektora çandiniyê rêze tedbîrên din girtin.

Rêveberiya Xweser wê her tonek genim bi 420 dolaran bikire
11 hezîran, 2025   16:28
REQA

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi daxuyaniyekê bihayê kirîna genim ji cotkaran, diyar kir. Daxuyanî ji aliyê hevserokên desteyê Mihemed Şewqî û Leyla Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Ji ber şert û mercên avhewayê yên dijwar, ku bi hişkesaliyeke dijwar û kêmbûneke berbiçav a rêjeya baranê heta asta navînî ya salane hatin diyarkirin, sektora çandiniyê rasterast bandor bû. Ew jî bû sedema kêmbûna hilberînê û zirarên mezin bi cotkaran bûn.

Ji ber girîngiya aborî ya sektora çandiniyê, ku stûnek sereke ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye,  Desteya Aborî û Çandiniyê rêzetedîbrên awarte girtin, ku ku piştgiriyê bide cotkaran û barê demsala heyî sivik bike . Desteyê bihayê kirîna genim a îsal, li gorî rewşên hilberînê û aboriyê ku ev beş tê re derbas dibe diyar kir. Bi wê re bihayê her tonek genim 420 dolar hat diyarkirin. Ev nirx, piştgiriya rasterast a 70 dolarî ji bo her tonek genimê hatiye teslîmkirin dike û wekî gavek ji bo zêdekirina şiyana cotkaran a berdewamî û hilberînê ye.

Rêveberiya Xweser rêzetedbîrên din ên piştgiriyê girtin û wiha ne:

Ji bo çandina sebzeyên havînê, darên berhemdar û zeytûnê, wê piştigirî bi maoztê bê kirin.

Li gorî plana hatiye diyarkirin, piştgiriya çandina pembo bi mazotê bê kirin.

Tovên genim ji bo mewsima bê li cotkarên ku mewisa îsal bejî çandin û zirar dîtine, bi nîvê qîmetê werin belavkirin.

Semadê xwezayî bi nîvê qîmetê were peydakirin.

Mekanîzmayeke nû ji bo dayîna mazotê ji projeyên çandiniyê re were danîn.

Pêşxistina navendên lêkolînên çandiniyê, tevî girîngîdayîna başkirina sinfên tovan û çandina cureyên nû li gorî rewşa avhewa û axê ya herêmê.

Em Desteya Aborî û Çandiniyê û Meclisa Aboriyê diyar dikin pabendî piştigiriya vê beşa jiyanî ne û li ser danîna xebatên siberojê ku girîngiyê dide hilberîna xwecihî dixebitin, da ku hewcedariyên xwecihî bên dabînkirin, ewlekariya xwarinê bê bicihanîn û asta debarê baş bibe.

(k-fr)