Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê kir betlane

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk roja çarşemê (1'ê Gulanê) ji ber Cejna Karkeran a Cîhanê ji bo sazî û daîreyên xwe kir betlane.

Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê kir betlane
29 nîsan, 2024   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara 15’an da. 

Li gorî wê biryarê roja çarşema bê 1'ê Gulanê ji ber Cejna Karkeran a Cîhanê wek betlane ji bo hemû sazî û daîreyên fermî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ji bilî yên ku pêwîstiya karê wan bi berdewamiyê heye, hat ragihandin.

(mh)