Rastiya îdîayên agirbestê çiye?

Hat diyarkirin îdîayên ku dibêjin di navbera QSD û komên çeteyan de bi navbeynkariya Koalîsyona Navnetewî ya Dijî DAIŞ’ê agirbest hatiye îlankirin, rast nîn in.

Rastiya îdîayên agirbestê çiye?
16 kanûn, 2024   16:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hinek saziyên ragihandinê de nûçeyên ku îdîa dikin agirbest hatiye îlankirin, hatin weşandin. Lê çavkaniyên herêmê van îdîayan di derewînin. 

Li gorî çavkaniyan hewldanên Koalîsyona Navnetewî bi ser neketine û hemû idîayên derbarê lihevhatina QSD û komên çeteyan de nerast in.

Hat gotin ku dewleta Tirk û çeteyên wê liv û tevgera xwe ya li herêmê didomîne.

(a)

ANHA