Dewleta Tirk 5 caran êriş Tirbespiyê û Dêrikê kir

Navendên petrolê yên navçeya Tirbespiyê û derdora bendavekê li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bombebaran kirin.

Dewleta Tirk 5 caran êriş Tirbespiyê û Dêrikê kir
13 ÇILE, 2024   09:28
QAMIŞLO

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker dernegî şevê derdora bendava Başût a rojhilatê bajarê Dêrikê bombebaran kir. 

Her wiha balafireke şer a dewleta Tirk stasyona Zarbe û Ewde yên li navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê 5 caran bombebaran kir. Di encamê de zirarên mezin çêbûn.

Dewletea dagirker ji 23`yê Kanûna 2023`yan ve êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin. Di encamê de 11 welatî şehîd bûn û zêdetirî 20 welatiyên din jî birîndar bûn.

(şx)

ANHA