QSD: Di êrişa li başûrê Şedadê de 12 kes şehîd bûn

QSD’ê ragihand ku di êrişên hewayî yên balafirên dewleta Tirk a dagirker li herêmên beyara Riwêşid a başûrê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê de 12 kes şehîd bûn.

QSD: Di êrişa li başûrê Şedadê de 12 kes şehîd bûn
26 sibat, 2025   20:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê êrişên balafirên şer û bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên başûrê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek da.

Navendê diyar kir ku îro, saet 3’yan piştî danê nîvro, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û şer,  gelek herêmên li beyara Riwêşid a li herêma Şedadê ya başûrê Hesekê bombebaran kirin.

Her wiha navendê anî ziman ku balafirên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên QSD’ê, malên karkerên sivîl bombebaran kirin, her wiha li ser rêya Xurafî ya di navbera Dêrazor û Hesekê de erebeya sivîl a ku şivanên pez tê de bû hedef girt. Balafiran 16 caran êrişên hewayî li dijî herêmê pêk anîn.

Li gorî navendê, 4 şervanên QSD’ê, 6 karkerên sivîl  2 şivanên pez şehîd bûn.

(fr)