QSD: Daxuyaniyên berdevkê Wezareta Hundirîn ên têkildarî kampa Holê bê berpirsiyar in

QSDˊê ragihand ku daxuyaniyên berdevkê Wezareta Hundirîn a hikumeta demkî yên têkildarî kampa Holê derew in û bi armanca xapandina raya giştî ne.

QSD: Daxuyaniyên berdevkê Wezareta Hundirîn ên têkildarî kampa Holê bê berpirsiyar in
25 sibat, 2026   22:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bal kişand ser bûyerên têkildarî kampa Holê û daxuyaniyên derew ên Wezareta Hundirîn a hikumeta demkî ya Sûriyeyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku "Hêzên me daxuyaniyên ku ji aliyê Wezareta Karên Hundirîn a hikumeta Şamê ve hatine belavkirin şopandiye. Berdevkê wezaretê bi rêya vê daxuyaniyê hewl daye ji berpirsiyariya xwe ya ji bûyerên li kampa Holê çêbûne û têkçûyîna îdarekirina wê ya piştî kontrolkirina hêzên Wezaretên Hundirîn û Parastinê bireve.

Beriya bûyeran, êrişên rasterast û sewqiyetên leşkerî yên komên girêdayî Şamê ber bi Holê ve çêbûne û pevçûn gihiştine dîwarên wê, hemwextî wê tevgerên hemaheng ên li hundirê kampê ji aliyê malbatên endamên DAIŞ'ê ve ji bo hilweşandina ewlehiyê hebûn.

Li hemberî vê rageşî û aloziya bi zanebûn û bêdengiya navneteweyî hêzên me mecbûr man ku paşde vekişin ji bo ku kamp nekeve nav şerekî vekirî.

Piştî wê, ew kom ketin kampê û li ber kamereyan dest bi derxistina malbatên endamên DAIŞ'ê kirin. Kiryarên derxistin û revandinê zêdetirî hefteyekê bi awayekî aşkera û belgekirî berdewam kirin, ev yek li ber çavdêriya komên girêdayî Wezaretên Parastin û Hundirîn ên hikûmeta Şamê pêk hatin. Ev rastî bi deng û wêne hatine belgekirin û bi daxuyaniyên derew nayên veşartin.

Hêzên me û rêveberiya kampê salên dirêj erka xwe ya mirovî, exlaqî û ewlehiyî bi cih anîne, tevî aloziya vê dosyeyê, nebûna piştevaniya têr û dijwariyên ewlehiyê yên berdewam. Xema wan a yekem û dawî parastina kampê û rê li ber jinûve avakirina şaneyên DAIŞ'ê di hundir û derveyî kampê de were girtin bû .

Lê daxuyaniyên berdevkê Wezareta Hundirîn ên neberpirsiyar nikarin ji hewlên siyasî yên xapandina raya giştî û veşartina valahiyên ewlehî û îdarî yên kontrola kamp ji hêla wan koman ve bên cudakirin.

Ji ber wê em QSD'ê van xalên li jêr diyar dikin.

Vekişîna hêzên me encama rasterast a êrişa leşkerî û komkirina hêzên Şamê bû ku kamp û derdora wî kiribû armanc.

Karên derxistin û revandina malbatên DAIŞ'ê piştî ketina komên Şamê li kampê pêk hat.

Hêzên me di van salên dawî de, li gorî pîvanên mirovî û ewlehiyê yên mumkin, aliyê herî pabend bû ji bo birêvebirina vê dosyeya aloz."

(fr)