QSD: DAIŞˊiyê zarok û jin ji kampa Holê direvandin hat girtin

Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên girêdayî QSDˊê çeteyekî DAIŞˊê yê ku çete û malbatên wan ji kampa Holê ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê direvandin û dişandin herêmên dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, girt.

QSD: DAIŞˊiyê zarok û jin ji kampa Holê direvandin hat girtin
2 hezîran, 2024   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 30ˊê Gulanê li gundê Ebû Curn ê Til Hemîsê operasyoneke ewlehiyê pêk anî. Li gorî daxuyaniya li ser malpera QSDˊê, TOLˊê di operasyonê de Ebdullah Mihemed Îbrahîm (Ebî Hîşam) girt.

Di daxuyaniyê de hat gotin terorê hatiye girtin malbatên rêxistina DAIŞˊê ya terorîst, bi taybet zarokên bi navê ˊEşbal El Xîlafeˊ û jinên rêxistinê ji kampa Holê direvandin û digihandina herêmên beyarê Sûriyeyê yên di bin kontrola rêxistina terorîst de û piştî ber bi herêmên di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de dişandin. Li wan herêmên serçeteyên rêxistinê hene. Terorê bi navê Ebî Hîşam bi wan serçeteyan re di nava têkiliyê de bû.

Hêzan anî ziman ku wan telefona Ebî Hîşam desteser kir, li kêlek wê jî 2 nasmaneyên ku terorîst hewl dida xwediyên wan ji kampê birevîne, desteser kirin.

Hêzan diyar kir ku heta rêxistina terorîst li herêmê tê tunekirin, operasyonên wan dewam dikin.

(fr)