Propagandaya hilbijartinê destpê kir

Li Herêma Kurdistana ya başurê propagandaya hilbijartinên parlamentoyê dest pê kirin.

Propagandaya hilbijartinê destpê kir
25 îlon, 2024   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hilbijartina ku gelek caran hatiye taloqkirin bi biryara Komisyona Hilbijartinê ya Iraqê dê di 20’ê cotmeha 2024’an were lidarxistin.

Propagandaya xebatên hilbijartinê di saet 00:00’ê şevê de, dest pê kirin û li gorî biryara komîsyonê dê 20 rojan propagandaya hilbijartina parlanmenteroyê were kirin. Roja dengdayîna taybet jî dê 18’ê cotmehê be. Komîsyona 136 lîsteyên hilbijartinê pejirandin. Hezar û 191 namzet dê têkevin hilbijartinê û ji van 368’ê wan namzetên jin in. Meclisa ji 90’ê parlamenterên hilbijartî ji sedî 5 jî ji parlamenterên kotayê, bi giştî 95 parlamenteran pêk tê. 

 Tê payîn ku dê di vê hilbijartinê de 2 mîlyon 893 hilbijêr deng bidin.

Li gorî agahiyên dawî 180 hezar kes qertên dijîtal ên bikaranîna dengan negirtine. Hilbijartinên parlamentoyê dê ji hêla Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ve were bi rêvebirin.