Piştî mirina Mihemed Xemîra lêpirsînerek sewqî dadgehê hat kirin

Wezareta navxweyî ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê piştî wefata Mihemed Xemîra ya di girîgehê de lêpirsînek sewqî dadgehê kir.

Piştî mirina Mihemed Xemîra lêpirsînerek sewqî dadgehê hat kirin
20 tebax, 2026   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta hundir a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ragihand wê der barê mirina ciwanê bi navê Mihemed Xemîra ya di girtîgehê de lêpirsîner Ehmed El Cewad sewqî Dadgeha Giştî ya Laziqiyê kiriye. 

Wezaretê destnîşan kir ku di encamên lêkolînên komîteya lêkolînan a têkildarî mirina Mihemed Xemîra de îsbat bû ku lêpirsîner Cewad kulmel li stûyê wî xistiye û ev agahî dan: "Di encamên lêkolînan de derket holê ku wefata Xemîra yê xweşiya hemofîliyêpê re heye, çûna xwîna ya li ser mejî ye."

Wezaretê destnîşan kir ku kiryarên lêpirsîner binpêkirina talîmatên wezaretê ne.

Komîteyê bi serokatiya alîkarê wezîrê hundir ê kar û parên polîsan Ehmed Letûf diyar kir ku "Ezmûnên bijîşkî hebûna birînên ji lêdan an tundiyê çêbûne îspat nekir û birînên li ser laşê Xamîra ji xwezaya patolojîk bûn, lê birînên li eniyê girêdayî dermankirinê ya li nexweşxaneya Zanîngeha Lazkiyeyê bûn."

Komîteyê da zanîn ku Xemîra hêzên ewlekariya hundirîn bi nexweşiya xwe agahdar kiribû, lê tevî vê yekê di lêkolînan de îsbat bû ku derbeyek xwariye.

Komîteyê diyar kir ku lêkolînkirina bûyerê hîna dewam dike û dê encamên wê werin parvekirin.

Beriya çend rojan Mihemed Xemîra ku di girîgeha bajarê Hefê ya gundewarê parêzgeha Laziqiyê de hatibû ragirtin, jiyana xwe ji dest dabû.

 (bb)