PEˊyê piştgiriya nûavakirinê bi misogeriya parastina welatiyan ve girê da

PEˊyê her piştgiriyek Ewropî ji bo xebatên nûavakirinê û aramiyê li Sûriyeyê bi pêkanîna pêşketinên berçav, rêzgirtina mafên mirovan û pabendbûna bi agirbesta mayînde li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve girê da.

PEˊyê piştgiriya nûavakirinê bi misogeriya parastina welatiyan ve girê da
12 sibat, 2026   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Ewropayê (PE) di civîna xwe ya li Strasburgê de destnîşan kir ku her piştgirîyek Ewropî ji bo xebatên nûavakirin û aramiyê li Sûriyê bi pêkanîna pêşketinên berçav û verastkirî di parastina sivîlan û rêzgirtina mafên mirovan de, li kêlek pabendbûna bi agirbesteke berdewam li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve girêdayî ye.

PEˊyê diyar kir ku dê YEˊyê alîkariyên mirovî ji tevahî gelê Sûriyeyê re rêke, lê divê ev piştgirî bi şertê rêveçûna veguhastina aştiyane û berfireh ve ku aramî û parastina şêniyan misoger dike ve, girêdayî be.

PEˊyê biryarek pejirand ku êrişên hikumeta demkî ya Sûriyê li dijî sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dike, li kêleka wê jî hişyarî li ser xirabûna cidî ya rewşa mirovî û ewlehiyê da. PEˊyê banga pêkanîna agirbesteke berdewam û piştgirîkirina veguhestineke siyasî ya berfireh bi rêzgirtina ji mafên mirovan re kir.

(fr)

ANHA