Peyama xelkê Hesekê ji bo mizgîniya HPGˊê

Şêniyên beşdarî Newroza li Hesekê bûne kêfxweşiya xwe ya bo mizgîniya NPGˊê li ser wergirtina taknîka xistina balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê anîn ziman û got: "Ew cejneke nû ye û dê hevsengiya leşkerî biguherîne û pêşgeroja gelê Kurd zelal bike."

Peyama xelkê Hesekê ji bo mizgîniya HPGˊê
Peyama xelkê Hesekê ji bo mizgîniya HPGˊê
Peyama xelkê Hesekê ji bo mizgîniya HPGˊê
21 adar, 2024   16:53
HESEKÊ

NPGˊê soza mizgîniya Newrozê dabû Kurdistaniyan da ku wê taknîkên xistina balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker wergirtine û 15 balafir xistine. Vê mizginiyê li gel Kurdistaniyan dengvedanek çêkir, nexasim Kurdên beşdarî Newrozê bûne. Ev yek di Newroza Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de aşkera bû.

Der barê hestên welatiyan piştî naskirina naveroka mizginiyê de gotin: "Em bi wergirtina HPGˊê ji vê taknîkê re kêfxweş in."

Bi coçeke mezin dayika bi navê Reşîde Hemo axivî û got: "Mizginiyeke xweş bû, em bi xistina balafirên Tirkiyeyê gelekî kêfxweş in, piştî têkbirina balafirên Tirkiyeyê li asîmanê dê serkeftin para me be."

Dayika bi navê Zekiye Mihemed jî li ser kêfxweşiya xwe bi vê mizginiyê got: "Ev cejneke nû bû."

Welatiyê bi navê Wail Hecî Elî jî got: "Ji vir û pê ve careke din balafirên dewleta Tirk nikarin di ser çiyayên Kurdistanê re bigerin."

Welatiyê bi navê Behrem Dawûd jî got ew li benda vê mizginiyê bûn û wiha got: "Xistina balafirên Tirkiyeyê tê wateya guhartina hevsengiya leşkerî û dê şer bikeve qonaxeke nû."

Dawûd wiha domand: "Ev mizginî dê bi xwe re serkeftinan bîne û taybetiyên gelê Kurd aşkera bikin. Ji ber ku dê dewleta Tirk li beramber gerîlayan aciz be."

(fr)

ANHA