Pêşangeha 3'yemîn a Kulîlkan bi dawî bû

Pêşangeha 3'yemîn a Kulîlkan a ku Desteya Çand û Hunerê li kantona Tebqayê li dar xistiye, bi dawî bû.

Pêşangeha 3'yemîn a Kulîlkan bi dawî bû
Pêşangeha 3'yemîn a Kulîlkan bi dawî bû
Pêşangeha 3'yemîn a Kulîlkan bi dawî bû
Pêşangeha 3'yemîn a Kulîlkan bi dawî bû
Pêşangeha 3'yemîn a Kulîlkan bi dawî bû
Pêşangeha 3'yemîn a Kulîlkan bi dawî bû
Pêşangeha 3'yemîn a Kulîlkan bi dawî bû
Pêşangeha 3'yemîn a Kulîlkan bi dawî bû
Pêşangeha 3'yemîn a Kulîlkan bi dawî bû
14 gulan, 2024   22:29
TEBQA

Piştî 3 rojan ji pêşkêşkirina çalakiyên curbcur, Desteya Jîngehê û ya Çand û Hunerê bi hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê Pêşangeha 3'yemîn a Kulîlkan a li parka Desteya Jîngehê, bi dawî kir.

Di roja 3'yan de şêniyên Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Tebqayê, meclisên leşkerî û tevgerên jinan û ciwanan beşdar bûn.

Di pêşangehê de berhemên hunerî û stran bi zimanên Kurdî û Erebî ji aliyê hunermend Raman Mihemed û Şadî Zubêdî ve hatin pêşkêşkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku pêşangeh di 12'ê Gulanê de li dar ket û 3 rojan dom kir. Di pêşangehê de kulîlk, giyayên xemilandinê û berhemên hunerî hatin pêşkêşkirin.

(mh)

ANHA