Pentagon: Em bi QSDˈê re di nava pewendiyan de ne

Berdevkê Pentagonê  diyar kir ku tu eleqeya Amerîkayê bi geşedanên li Sûriyeyê re tune  ye. Berdevk got, ji bo mîsogerkirina têkbirina DAIŞˈê dê mîsyona xwe li Sûriyeyê bidomîne û anî ziman ku QSDˈê hevkarek sereke di vê mîsyonê de ye.

Pentagon: Em bi QSDˈê re di nava pewendiyan de ne
2 kanûn, 2024   22:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder  di civîneke çapemeniyê de got tu eleqeya DYAˈyê bi bûyerên li Sûriyeyê diqewimîn re tune ye.

Ryder ragihand ku li dijî hêzên Amerîkayê yên li herêmê êrişeke bi moşekan hat kirin, lê tu zerarên canî çênebûne û got: "Em amade ne berjewendî û hêzên xwe yên li herêmê bi taybetî yên ku li Sûriyeyê dixebitin biparêzin da ku têkbirina DAIŞˈê mîsgoer bikin."

Patric Ryder her wiha got: "Tu guhertin di belavbûna hêzên me yên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê de çênebûye. Em şopandina rewşê ji nêzî ve didomînin."

Berdevkê Pentagon anî ziman ku ew peywendiyên xwe bi QSDˈê re didomînin û got, QSDˈê şîrkeke sereke di mîsyona têkbirina DAIŞˈê de ye.

Patric Ryder ji aliyên bi nakok ên ku ji çarşema borî ve (piştî êrişên çeteyên HTŞˈê yên li ser gelek deveran) şer dikin xwest ku şer bisekinin.

(bb)