′Pêkanîna azadiya jinan erka her kesî ye′

Beşdarên meşên şermezarkirina tundiya li ser jinan diyar kir ku azadiya civakê bi azadiya jinan ve girêdayê ye û gotin, pêkanîna azadiya jinan erka her kesî ye.

25 mijdar, 2023   17:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, meşên girseyî hatin lidarxistin. Beşdarên meşan nêrînên xwe bi me re parve kirin

Welatiya bi navê Dehla Ehmed a ji Hesekê armanca tevlêbûna xwe ya ji bo meşê diyar kir û got: "Em derketine da ku tundî, neheqî û destdirêjî ku li dijî jinên li cîhanê tên kirin, şermezar bikin."

Dehla Ehmed bal kişand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan di çarçoveya şoreşê de cihê xwe di hemû qadên jiyanê de girtine û wiha pê de çû: "Jin tevahî civak e, ji ber jin dibistan e, dayik e û hevjîn e. Jin di tevahî qonaxan de û di tevahî qadan de jiyanê bi rêve dibin."

Welatiyê bi navê Şêxmûs Qenco yê ji Hesekê jî anî ziman ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derfet da jinan da ku mafên xwe bi dest bixi û mêr hişyar kirin ku çawa nêzî jinan bibin û mafên wan biparêzin.

Welatiyê bi navê Elî El Eter ê ji bajarê Reqayê diyar kir ku ew ji bo şermezarkirina tevahî cûreyên tundiya li ser jinan dimeşin û daxwaza rizgarkirina jinan ji koletiyê dikin.

Elî El Eter got: " Bi yek dengî em dibêjin na ji tundiya li ser jinan re, bijî jin, ji azadiya jinan re erê."

Jina bi navê Delal El Mûsa a ji gundewarê başûrê Reqayê da zanîn ku ew bi boneya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan dimeşin û got: "Na ji tundiya li ser jinan re. Em bang dikin bila dawî li tundiyê li ser jinan were anîn."

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê Tezyal Çawîş jî destnîşan kir ku ew bi rêya perwerdekirina civakê ku ji zîhniyeta baviksalar xilas bibin, gav gav ber bi rizgarkirina jinan û bidawîkirina tevahî cûreyên tundiyê ve dimeşin.

Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Yekitiya Êzidiyan a Helebê diyar kir ku ew beşdarî meşê bûne da ku piştgiriya xwe bi jinên ku rastî qirkirin û komkujiyan tên re, nîşan bidin.

 Hevserokê Meclisa Aboriya Civakî ya Helebê Selah Ehmed anî ziman ku azadiya civakê bi azadiya jinan ve girêdayî û got, armanca wan ew e ku jin li mîrasa xwe ya rêvebirina civakê vegerin.

Selah Ehmed da zanîn ku jin dikarin azadiya xwe bi dest bixin, civakê ber bi siberojeke ronî ve bidin. Ehmed di dawiyê de dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" berz kir.

(bb)

ANHA