PEˊyê bang li Tirkiyeyê kir: Tu êrişeke leşkerî li dijî Kurdan li Sûriyeyê pêk neyne

Parlamenta Ewropayê, di pêşnûmeya xwe ya der barê Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bang li dewleta Tirk kir ku îhtîmala çareseriyê nexe xeteriyê, agirbestê bin pê neke yan jî welatiyan nexe xeteriyê.

PEˊyê bang li Tirkiyeyê kir: Tu êrişeke leşkerî li dijî Kurdan li Sûriyeyê pêk neyne
12 sibat, 2026   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Ewropayê (PE) pêşnûmaya biryarê ya berfireh a têkildarî rewşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Strasbourgê qebûl kir. Bi  515 beşdarî dengdana di 12’ê Sibata 2026’an de bûn; 363 parlamenteran dengê ‘’erê’’ da, 71 parlamenteran dengê ‘’na’’ da û 83 parlamenter jî ‘’bêalî’’ man. Di pêşnûmeyê de hat gotin ku divê agirbesta mayînde were tesbîtkirin, êrişeke leşkerî ya nû pêk neyê. Her wiha hişyarî li ser bandorên mirovî û ewlehiyê yên xeternake ger tundûtûjî berdewam bikin da.

PEˊyê berdewama destwerdana leşkerî ya Tirkiyeyê û êrişên li dijî sivîlan û binesaziyê şermezar kirin û bang kir ku rêzê ji yasaya qanûna mavên mirovan a navneteweyî re bigire û rê bide ku alîkariyên mirovî bêyî astengiyan derbas bibin.

Di daxuyaniya PEˊyê daxwaz kir ku lêpirsînên serbixwe û bilez der barê binpêkirinên belgekirî de, di nav de qetilkirinên bêdadwerî, windakirinên bi zorê û girtinên keyfî pêk bên, divê berpirsiyar hesab bidin.

PEˊyê li hevkirina di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de pêşwazî kir, ew weke gaveke girîng a ber bi tesbîtkirina agirbestê ve bi nav kir û bang li tevahî aliyan kir ku pabendî lihevkirinê bin û nehêlin tu êrişeke nû li herêmê pêk bên, di serî de dewleta Tirk.

Di berdewamê de PEˊyê rola biryardar a ku hêzên Kurd di têkoşîna li dijî DAIŞˊê de lîstiye teqez kir, pesna fedakariyên wan da û banga parastina mafên civaka Kurd, misogeriya beşdariya wan a siyasî û parastina jinan û mafên wan hat kirin.

Di dawiyê de PEˊyê banga zêdekirina hewldanên dîplomasî yên kêmkirina rageşiyê û avakirina baweriyê, piştevaniya rêveçûna siyasî ya berfireh a bi serkêşiya Sûriyeyiyan kir, da ku yekitiya xaka Sûriyeyê were parastin, aramî pêk were.

Di dawiyê de PEˊyê daxwaza xurtkirina xebatên dîplomatîk a ji bo kêmkirina aloziyê, avakirina baweriyê û piştevaniya rêveçûna siyasî ya berfireh a bi serkêşiya Sûriyeyiyan kir, da ku yekitiya xaka Sûriyeyê were parastin, aştî û aramî mayînde bibe.

(fr)