Hêzên Îsraîlê ketin gundewarê Quneytîrayê

Hêzên Îsraîlê ketin gundewarê Quyentîrayê û gule ber bi gundê Ufaniya ve avêtin.

Hêzên Îsraîlê ketin gundewarê Quneytîrayê
12 sibat, 2026   18:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê ji bendeke xwe ya kontrolê ya li gundewarê bakurê Quneytîrayê gule avêtin welatiyên Sûriyeyî yên li gundê Ufaniya.

Di vê çarçoveyê de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) beriya çend saetan da zanîn ku 2 balafirên şer ên Îsraîlê li asîmana gelek deverên parêzgeha Derayê geriyan. Lê tu agahiyên der barê êrişan de nehatin bidestxistin.

Li gundewarê başûrê Quneytîrayê jî dewriyeyeke Îsraîlê ya ji 3 wesayîtên leşkerî pêk tê derbasî gundê Seyda Hanût bû, bendeke kontrolê li têketina rojavayê gund danîn. Li wir kesên diçûn û dihatin kontrol dikirin û piştre vekişiyan.

(fr)