Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo çûyîna îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan ku 6 mehan cezayeke nû yê hevdîtina bi parêzeran re lê hatiye birîn serî li Serdozgeriya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo çûyîna îmraliyê serlêdan kirin
16 mijdar, 2023   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

parêzerên Rêber Abdullah Ocelan, Raziya Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 

HEVDÎTINA DAWÎ

Parêzerên Abdullah Ocalan herî dawî di 2011’an de bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn. Di nava 8 salan de Rêber Abdullah Ocalan bi tu awayî nekarî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

 Hevditina Rêber Abdullah Ocelan re di sala 2018’an de bi pêşengtiya Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin, çalakî li girtîgehan belav bûbû û di encama çalakiyê de parêzeran 5 hevdîtinên cuda bi miwekîlê xwe re kiribûn.

Hevdîtina herî dawî jî di 7’ê tebaxa 2019’an de hatibû kirin. Piştî vê hevdîtinê jî ji bo astengkirina hevdîtinan biryarên qedexeyê hatin dayîn û hevdîtin nayên kirin. 

DI 8 SALAN DE 12 BIRYARÊN ‘QEDEXEYÊ’

Di demên ewil de ji bo astengkirina hevdîtina bi parêzeran re her tim hincetên weke “Keştî xerab bûye”, “Muxalefeta hewa” û hwd. dihatin nîşandan. Lê belê di demên dawî de hevdîtin bi hinceta “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Ji sala 2016’an heta niha hevdîtina parêzeran a bi Rêber Abdullah Ocalan re 12 caran bi hinceta “cezayên disiplînê” hatine astengkirin.

BIRYAR NÛ YA ‘QEDEXE’YÊ

Biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya herî dawî, di 31’ê Cotmeha 2023’yan de hate dayîn. Ji ber ku dema biryara qedexeya di 26’ê nîsanê de bi dawî dibû, parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê di 6’ê Mijdara 2023’yan de ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî serlêdana parêzeran, derket holê ku di 31’ê Cotmeha 2023’yan de careke din ji bo 6 mehan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn.

Parêzeran naveroka biryara qedexeyê û mînaka dosyayê xwestin lê dadgeriyê bi hinceta “ewlehiyê” ev daxwaz red kir.