Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan re, serî li Serdozgeriya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
7 ÇILE, 2025   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê ragirtin, serlêdana hevdîtinek nû kir. Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî û Emran Emekçî ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.  Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Piraniya serlêdanên ji bo hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayên bersivandin. Hevdîtin, her 6 mehan carekê ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve bi hinceta “cezayê disiplînê” tên astengkirin.

Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re di tevahiya Rewşa Awarte a di Tîrmeha 2016’an de berdewam kir û ev yek heta Sibata 2018’an domiya. Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran piştî vê dîrokê her 6 mehan carekê hate dubarekirin û heta îro didome. Biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan a herî dawî jî di 3’yê Gulana 2024’an de ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve hate dayin.

Bi biryara qedexeyê ya dawî re di nava 8 salan de bû cara 14’emîn ku ji bo 6 mehan hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan a bi parêzeran wî re tê qedexekirin.