‘Parastina bendava Tişrînê erkeke nîştimanî ye’

Şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ku li bendava Tişrînê nobedariyê dikin, destnîşan kir ku parastina bendavê erkeke nîştimanî ye û dikeve ser milê hemû welatiyan.

‘Parastina bendava Tişrînê erkeke nîştimanî ye’
14 ÇILE, 2025   14:53
TIŞRÎN

Duh bi sedan şêniyên kantonên Dêrazorê, Reqa û Tebqayê ji bo tev li nobedariya parastinê bibin, gihaştin bendava Tişrînê.

Ehmed El Cedû yê ji kantona Dêrazorê ku li bendavê nobedariyê dike, got: "Em ji bo parastina bendava Tişrînê hatin vir, heta ku axa Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirk were rizgarkirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Şêniyê bi navê Samir El Hemşan jî der barê mijarê got: "Em hatin bendava Tişrînê, ji bo ku tev li çalakiya nobedariyê bibin û bendavê li hember êrişên ku tên kirin, biparêzin.”

Şêniyê ji Dêrazorê Elî Remedan jî destnîşan kir ku heta êrişên dewleta Tirk raweste ew ê li bendava Tişrînê bimînin.

Şêniyê bi navê Hisên Silêman diyar kir ku bendava Tişrînê destkefteke ji bo gelê Sûriyeyê bi giştî ye û parastina vê destkeftiyê erkeke niştimanî ye dikeve ser milê her welatiyekî û wiha pê de çû: "Em hatin vir ji bo em diyar bikin ku em dixwazin di nava aştiyê de bijîn, em ji aştiyê hez dikin û ji bo hemû gelên cîhanê aştiyê dixwazin.”

Silêman tekez kir ku divê êrişên Tirkiyê yên li ser bendava Tişrînê û herêmê bên rawestandin.

Şêniyê bi navê Şêx Nebî Xelîl ê ji bajarê Reqayê jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze axa Sûriyeyê dagir bike. Her wiha got ku hatina xelkê li ser bendava Tişrînê helwesteke bi rûmet e, ji ber ku bendava Tişrîn dezgeheke jiyanî ye ji bo herêmên Rojhilat û Rojavayê Sûriyeyê, dewlta Tirk a dagirker jî dixwaze vê dezgehê hilweşîne.

Xelîl wiha pê de çû: "Em ji bo parastina bendavê ji çeteyan li vir in. Niha di vê kêliya ku em diaxivin de bendav tê bombekirin. Erka me parastina bendavê ye. "

Bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 8’ê Çileyê ve ji bo parastina bendavê ji êrişan, kom bi kom li bendava Tişrînê nobeta parastinê digirin.

(k)