Nobeta li Bendava Tişrînê bi biryardarî didome

Li Bendava Tişrînê çalakiya nobetê ya gel bi birydardarî dewam dike.

Nobeta li Bendava Tişrînê bi biryardarî didome
Nobeta li Bendava Tişrînê bi biryardarî didome
Nobeta li Bendava Tişrînê bi biryardarî didome
Nobeta li Bendava Tişrînê bi biryardarî didome
22 nîsan, 2025   14:25
BENDAVA TIŞRÎN

Şêniyên ji kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê ku duh hatin Bendava Tişrînê çalakiya nobetê ya parastina bendavê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker dewr girtin. 

Nobedaran di roja yekemîn a nobetê govend gerandin û dirûşmên silavkirina berxwedana Bendava Tişrînê û ya QSD’ê berz kirin.

Ji 8’ê Çileya îsal ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiya nobetê dewr digirin.

Nobedariya gel bi biryardarî dewam dike.

(bb)

ANHA