Nobedarên Tişrînê 4’ê Nîsanê pîroz kir

Berxwedêrên li Bendava Tişrînê bi dirûşma "Rojbûna te rojbûna me ye" 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Nobedarên Tişrînê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Nobedarên Tişrînê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Nobedarên Tişrînê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Nobedarên Tişrînê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Nobedarên Tişrînê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Nobedarên Tişrînê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Nobedarên Tişrînê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Nobedarên Tişrînê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Nobedarên Tişrînê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Nobedarên Tişrînê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Nobedarên Tişrînê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Nobedarên Tişrînê 4’ê Nîsanê pîroz kir
4 nîsan, 2025   13:39
BENDAVA TIŞRÎN

88 roj e gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, çalakiya nobetê bi rêxistin kiriye.

Nobedarên bendava Tişrînê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist û derdora bendavê paqij kir. Nobedaran piştgirî da banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.

Nobedarên bendava Tişrînê bi vekirina pankarta "Rojbûna te rojbûna me ye" û bilindkirina wêneyên Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Di çalakiyê de Mehmûd Qeremox destnîşan got fikrên Rêber Abdullah Ocalan îlhama berxwedanê û têkbirina dijminan daye wan. Mehmûd Qeremox anî ziman ku dê heya bidestxistsina serkeftinê şopdarên xeta Rêber Abdullah Ocalan bin.

Bi navê jinan Cîhan Mihemed jî axivî û got: "Bi rihê berxwedanê û îradeya azad em 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ê ku bûye sembola ramana azad, edalet û wekheviyê pîroz dikin. Bi saya ramanên wî jin ji koletiyê rizgar dibin.”

Piştre nobedaran derdora Bendava Tişrînê û parka wê paqij kirin.

 (bb)

ANHA