Navê HEDEP’ê bû DEM Partî

Berdevka HEDEP'ê Ayşegul Dogan da zanîn ku kurtenavê partiya wan dê bibe 'DEM Partî'.

Navê HEDEP’ê bû DEM Partî
11 kanûn, 2023   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Dogan li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Enqereyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Ayşegul Dogan têkildarî biryarên nû yên partiyê agahî dan.

Ayşegul Dogan bal kişand ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a li kurtenavê 'HEDEP'ê û diyar kir ku wan kurtenavê partiyê guhertiye.

Li gorî vê yekê kurtenavê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan, li şûna HEDEP'ê dê 'DEM Partî' be.