Namzetên hevserokatiya Şaredariya bajarê mezin ê Qamişlo

Hevbendiya Gelan û Jinan Ji Bo Azadiyê, Hevbendiya Bi Hev re ji bo Çêtirîn Raje, Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriye (Yekitî) û Partiya Avakirin û Pêşxistin li Sûriyeyê, namzeteke serbixwe ji bo hilbijartina şaredariya bajarê mezin ê Qamişloyê di pêşbirkê de ne.

Namzetên hevserokatiya Şaredariya bajarê mezin ê Qamişlo
Namzetên hevserokatiya Şaredariya bajarê mezin ê Qamişlo
Namzetên hevserokatiya Şaredariya bajarê mezin ê Qamişlo
Namzetên hevserokatiya Şaredariya bajarê mezin ê Qamişlo
Namzetên hevserokatiya Şaredariya bajarê mezin ê Qamişlo
Namzetên hevserokatiya Şaredariya bajarê mezin ê Qamişlo
3 hezîran 2024   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

11’ê Hezîranê wê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartinên şaredariyan çêbibin. Li gorî Komîseriya Bilind a Hilbijartinan de 5 hezar û 336 namzet hene.

Ji Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê ku ji 22 partiyên siyasî û rêxistinên jinan pêk tê, Hevendiya Bi Hev re ji bo Çêtirîn Race, Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî), Partiya Avakirin û Pêşxistin a Sûriyeyê û namzeke serbixe, bi giştî 9 namzet ji bo hevserokatiya şaredariya bajarê mezin ê Qamişloyê di pêşbirkê de ne.

Namzetên hevserokatiya şaredariya bajarê mezin ê bajarê Qamişloyê kî ne?

NAMZETÊN HEVBENDIYA JINAN Û GELAN JI BO AZADIYÊ

Bêrîvan Omer sala 1990’an li bajarê Amûdê jidayik bûye û ji 7 salan ve li bajarê Qamişloyê dimîne. Bêrîvan Omer Beşa Endazyariya Çandiniyê li Zanîngeha Furatê qedand. Bi destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re heta sala 2015’an ve Bêrîvan cihê xwe di nava saziyên sivîl de digirt. Piştre wekî rêveber ji meclisa şaredariya Amûdê hat hilbijartin. Piştre jî cih xwe di nava Nivîsgeha Jinan a Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Cizîrê de girt û di çarçoveya vî erkê de gelek proje ku xizmeta jinan dikin, pêk anî. Di sala 2018’an de wekî cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî ya Herêma Cizîrê hat hilbijartin.

Sitêfo Îşûh sala 1963’an li Qamişlo jidayik bûye. Di sala 1986’an xwendina Beşa Peymangeha Alavên Çandindiyê ya li Helebê qedand. Piştre li kargehên Teksîlê yên li Hesekê û Dêrazorê xebat da meşandin, li pey wê derbasî xebatên qada çandiniyê bû.

Sitêfo Îşûh sala 2017’an beşdarî Komeleya Çandî ya Suryan a li bajarê Qamişloyê bû. Wekî endam ji bo meclisa navçeya rojava ya bajarê Qamişloyê hat hilbijartin. Her wiha di Komîteya Perwerde û Komîteya Aborî de xebitî. Di sala 2020’î de di Gerîndeya Firan a bajarê Qamişlo de kar kir. Her wiha di komîngeha xwe ya li taxa Wista ya bajarê Qamişlo de kar meşand. Herî dawî xwe bi temamî ji bo Komeleya Çanda Suryan a li bajarê Qamişloyê veqetand.

NAMZETÊN HEVBENDIYA BI HEV RE JI BO ÇÊTIRÎN RAJE

Aras Cuma sala 1987`an li Qamişloyê ji dayik bûye. Xwendina xwe li Peymangeha Bazirganî û Aboriyê qedandiye. Sala 2013`an mamostetiya zimanê kurdî kiriye û rêveberiya Peymangeha Cegerxwîn kir. Di salên 2016-2017`an cihê xwe di rêveberiya dibistanan a bajarê Qamişloyê de girt. Sala 2018`an derbasî qada ragihandinê bû û wekî berpirsekî ragihandinê ya Partiya Kesk a Demokrat kar dimeşîne .

Xedîce Ehmed Hesen sala 1975`an li Qamişloyê ji dayîk bûye. Xwendina navîn qedandiye. Ji navîna salên 70`î ve tev li Partiya Çep a Demokrat a Kurd bû û di Nivîsgeha Jinan a Partiyê de kar kir. Niha jî cîgira berpirsa nivsîgehê jinan ye.

NAMZETÊN PARTIYA YEKITIYA DEMOKRAT A KURD LI SÛRIYE (YEKITÎ(

Cîhan Ebdulhelîm Mistefa sala 1980`î li Qamişloyê ji dayîk bûye. Ji 25 salan ve endama Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî) ye. Cîhan Ebdullhelîm  xwendina xwe li Peymangeha Bazirganî û Bankan qedandiye. Bi avakirina komînan re ji bo hevserokatiya Komîngeha Şehîd Basil a li taxa Asûriye hat hilbijartin. Di salên 2017 û 2018`an de di Rêveberiya Dibistanan de wekî muhasib kar kir.

Mesûd El Amûd sala 1982`yan li Qamişloyê ji dayîk bûye. Sala 1999`an tev li Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê bû. Sala 2002’an de ji Peymangeha Tenduristiyê ya li Helebê û sala 2010`an ji Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Şamê derçûye.

NAMZETÊN PARTIYA AVAKIRIN Û PÊŞXISTINÊ YA SÛRIYEYÊ

Sewsen Ehmed Hisên sala 1969`an li Qamişloyê ji dayîk bûye. Sala 2018’an Beşa Erdnîgarî li Zanîngeha Rojava sala 2018`an derçûye û endama Partiya Avakirin û Pêşxistinê ya Sûriyeyê ye.

Zuhêr Silêman Mixlef sala 1990`î li Qamişloyê ji dayîk bûye. Ji Zanîngeha Bariganî û Aboriyê derçûye. Wek muhaseb di saziyên Rêveberiya Xweser kar kir. Di sala 2015’an de ji bo hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê hat hilbiajrtin û di 10`ê Çileya 2022`yan tev li Partiya Avakirin û Pêşxistinê ya Sûriyeyê bû.

NAMZETA SERBIXWE

Soniya Mîrza, sala 1965`an li Qamişloyê ji dayîk bûye. Xwendina navîn qedandiye. Di gelek saziyên civaka sivîl û çandî û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de kar kiriye.

)bb-şx)

ANHA