MSD: Em welatekî azad, wekhev û ewle ava bikin

MSD'ê bang li sûriyeyiyan kir ku welatekî nû ku tê de nirxên azadî, wekhevî û ewlehî hebe, ava bikin.

MSD: Em welatekî azad, wekhev û ewle ava bikin
10 kanûn, 2024   23:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 9'emîn a damezirandina xwe daxuyaniyek da.

MSDˋê di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser ketina rejîma destpotî ya Sûriyeyê û got ew yek bûyereke dîrokî ye. Ketina rejîmê ne tenê destpêka bidawîbûna serdema tarî ye, lê belê destpêka berpirsiyariyeke nîştimanî ya mezin e. Ji lew re pêwist e hêzên siyasî û civakî ji bo avakirina dewleteke demokratîk a pirreng li ser bingehên azadî, wekhevî û aştiyê, hevgirtinê xurt bikin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Sûriyeyiyan li hember alava çewisandin û destpotiyê berdêleke mezin da. Xwîna şehîdan, berxwedana girtiyan, êşa koçberan û rondikên dayikan badilhewa naçin. Her wiha MSDˋê banga bidawîkirina tundiyê li tevahî welat kir ku rûpeleke nû ya diyaloga nîştimanî ya giştî vekin. Divê hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê bi hev re bicivin ku bingehên pêşeroja Sûriyeyê deynin.

Di dawiya daxuyaniyê de MSDˋê aşkera kir ku divê li hember planên herêmî, di serî de projeyên firehkirinê yên dewleta Tirk bê sekinandin. Ji ber dewleta Tirk yekitiya xaka Sûriyeyê û serweriya wê hedef digire. MSDˋê bang li dewleta Tirk kir ku dagirkeriya xaka Sûriyeyê bi dawî bike û ji tevahî Sûriyeyê vekişe. Her wiha MSDˋê bang li Sûriyeyiyên azad kir ku ev kêliyên dîrokî yên ku we bi fedekariyên xwe ava kirine, milkên we ne, vê derfetê ji bo avakirinê bi kar bînin, Sûriyeyeke azad, wekhev û aştiyane ava bikin.

(mh/fr)