Der barê hewldanên Tirkiyeyê yên têkbirina aramiya Iraqê de hişyarî

Tevgera El Nuceba ya Iraqê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo parçekirina xaka Iraqê û têkbirina aramiya wê komployekê dihûne.

Der barê hewldanên Tirkiyeyê yên têkbirina aramiya Iraqê de hişyarî
10 kanûn, 2024   22:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera El Nuceba ya Iraqê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku "odeya operasyonan" li Tirkiyeyê hatiye avakirin ku mîna li Sûriyeyê bûye, li Iraqê jî wisa bê kirin. Tevgerê teqez kir ku Brîtanya bi beşdariya îstîxbaratî ya NATO û dewletên din vê odeyê bi rê ve dibe.

Tevgerê diyar kir ku tişta li Sûriyeyê bûye ne ji xwe berê bû, "odeya operasyonan" a li Tirkiyeyê kiryarên texrîbkirinê bi rê ve birin.

Di daxuyaniya tevgerê de hat destnîşankirin ku heman ode niha li ser xerabkirina Iraqê kar dike. Lê vê carê ji şûna ji derve ve ji hundirê Bexdayê ve wê yekê dike. Xeteriya rasteqîn jî li hundirê Iraqê ye.

Tevgerê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku armanca vê komployê parçekirina Iraqê, binpêkirina îstîqrarê ye.

Di dawiyê de tevgerê bang kir ku sînorê Iraqê biparêzin û li hember xeteriya hundirîn bisekinin û hişyarî li ser paşguhkirina van gefan da. Her wiha bang li hêzên nîştimanî kir ku bi awayekî lez tev bigerin û li hember vê karesata bê tedbîrên xwe bigirin.

(mh/fr)