MSD: Divê cejna Ekîto bibe cejneke neteweyî

Meclisa Sûriyeya Demokratîk cejna Ekîto li gelê Aşûr, Suryan û Keldanan pîroz kir û diyar kir “Divê cejna Ekîto li Sûriyeyê bibe cejneke neteweyî.”

MSD: Divê cejna Ekîto bibe cejneke neteweyî
1 nîsan, 2026   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di destpêka daxuyaniya xwe de diyar kir ku pirrengiya etnîk, çandî û olî li Sûriyeyê çavkaniya hêz û dewlemendiyê ye û ne sedema cudahiyê ye. MSD`ê da zanîn ku jiyana hevbeş gelekî girîng e û divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi hev re ji bo garantîkirina mafên hemû pêkhateyan di destûra Sûriyeyê de bixebitin û Sûriyeya siberojê ava bikin.

MSD`ê anî ziman ku Sûriye tenê bi demokratîkbûyînê dê temam bibe û divê her nasnameyek cihê xwe yê xwezayî li welat bigire.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pîrozbahiyên Suryan, Aşûrî û Keldan ên cejna Ekîto nirxên hêvî û nûbûnê temsîl dike.

MSD’ê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku divê cejna Ekîto li Sûriyeyê fermî bibe û wek cejneke neteweyî pîroz bikin. Bi vê yekê re dê diyar bibe ku dewleta siberojê rêzê dide maf û pirrengiya hemû pêkhateyan.