Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan di roja xwe ya şeşemîn de didome

Bernameya mîhrîcanê bi pêşandana fîlman û dewamkirina atolyaya montajê dewam dike. Danê êvarê dê 2 fîlm bên pêşandan.

Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan di roja xwe ya şeşemîn de didome
Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan di roja xwe ya şeşemîn de didome
Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan di roja xwe ya şeşemîn de didome
Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan di roja xwe ya şeşemîn de didome
Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan di roja xwe ya şeşemîn de didome
Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan di roja xwe ya şeşemîn de didome
30 gulan, 2025   12:17
QAMIŞLO

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan a ku ji hêla Kollektîfa Kezî ya Jinên Sînemager ve bi piştgiriya SîneJin a Rojava, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, sînemagerên jin ên li Ewropayê û bi alîkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê tê birêxistinkirin, di roja xwe ya şeşemîn de didome.

Di çarçoveya bernameya îro ya danê sibehê de atolya roportaj û montajê ku duh ji aliyê pispora montajê Valentina Sarogni ve dest pê kiribû, di roja xwe ya duyemîn de li navenda giştî ya Jin TV’yê ya li bajarê Amûdê dewam dike. Atolya ji bo xebatkarên Jin Production tê dayîn û îro bi dawî dibe.

Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê saet di 15:00`an de fîlmê ‘If You Are Afraid, You Put Your Heart Into Your Mounth And Smile` ya bi derhêneriya Marie Louse Lehner dê were pêşandan.

Bernameya îro ya danê êvarê wiha ye:

Li Parka Azadî saet di 20:00`an de fîlmê ‘Hêza’ bi derhêneriya Derya Deniz û saet di 21:00`an de fîlmê ‘Anqa’ bi derhêneriya Helîn Çelik dê were pêşandan.

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan sibê (31`ê Gulanê) bi dawî dibe.

(sb)

ANHA