Meclisa Malbatên Şehîdan konferansa xwe li dar xist
4'emîn konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê bi dirûşma "Bi pêşengtiya malbatên şehîdan em asta têkoşîna şoreşgerî ji bo azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo û parastina destkeftiyên şoreşê, bilind bikin" hat lidarxistin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê konferansa xwe ya 4’emîn bi dirûşma "Bi pêşengtiya malbatên şehîdan em asta têkoşîna şoreşgerî ji bo azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo û parastina destkeftiyên şoreşê, bilind bikin" li dar xist. Konferans li Navenda Çandê ya kantonê bi amadebûna bi sedan malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê, partiyên siyasî, meclisa leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Saziya Gaziyan pêk hat.
Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê Meryem Henan axivî û soza şopandina xeta şehdan da.
Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Emel Hisên nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehîdan de xwendin û sînevîzyonek li ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Hind El Elî lidarxistina konferansê pîroz kir û hêvî kir ku encamnameya wê li gorî daxwaz û armancên gel be û layîqî fedakariyên şehîdan be.
Axaftina QSD’ê ya ji bo konferansê ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Malbatên Şehîdan a Meclisa Leşkerî Şêrîn El Mûsa ve hat kirin. Şêrîn got: "Fedakariya şehîdan îradeya me ya berxwedana li hemberî komployan xurtir dike. Em ê ji berê xurtir bin jî. Em bi xwîna şehîdan sond dixwin ku em xwedî li hemû şehîdan derkevin û neteweya demokratîk bidin rûniştandin."
Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê Semîra Hebeş jî got: "Komabûna me ya li vir û konferansa me nameyeke diyar ji hemû kesên hewl didin ewlehiya herêmên me têk bibin re ye ku em li ber xwe didin û helwesta me sabit e."
Piştre nameyên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê û Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê yên ji bo konferansê hatin xwendin.
Di konferansê de rapora xebatên meclisê hat xwendin û nîqaş li ser hat kirin. Piştre hevserokatiya Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê hat hilbijartin.
Di dawiya konferansê de ev biryar hatin dayîn: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bilindkirina asta têkoşînê, dewreyên perwerdeyê yên bîrdozî ji malbatên şehîdan re werin birêxistinkirin, li gorî derfetan destekdayîna madî û manewî bi malbatên şehîdan re, pêşxistina projeyên aborî yên biçûk ji bo malbatên şehîdan, zêdekirina ziyaretkirina malbatên şehîdan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêngaveke komkirina îmzeyan were lidarxistin.
(mh)
ANHA