Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna nîvê salê li dar xist

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê di civîna xwe ya nîvê salê de amarên çalakiyên xwe yên siyasî, rêxistinî, civakî, xizmetguzarî û projeyên aborî diyar kirin û plana sala bê danî.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna nîvê salê li dar xist
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna nîvê salê li dar xist
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna nîvê salê li dar xist
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna nîvê salê li dar xist
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna nîvê salê li dar xist
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna nîvê salê li dar xist
10 kanûn, 2025   17:12
REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê ji bo nîqaşkirina xebatên xwe yên 6 mehan li hola Meclisa Kombûnê ya Reqayê civînek li dar xist. Di civînê de endamên nivîsgehên jinan ên meclisên sivîl, hevseroka Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Nesrîn El Hesen amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endama rêveber a Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqa Mizgîn Cotkar pêşdeçûnên siyasî yên 6 mehên borî nirxandin.

Dûre endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Foza Bozan nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên dîroka hegemoniya baviksalarî û taybetmendiya doza jinê xwendin.

Paşê berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Buseyna Ebdo rapora nîvê salê ku ji mijarên wek rewşa Rêber Abdullah Ocalan, rewşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rewşa rêxistinî ya meclisê pêk tê, xwend.

Di raporê de hat destnîşankirin ku ruxmî zextên gel û navneteweyî lê tecdîra li dijî Rêber Abdullah Ocalan dewam dike. Rola Rêber Abdullah Ocalan di çareseriya siyasî de gelekî girîng e.

Der barê rewşa jin de hat gotin ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû waran de pêşketineke berbiçav pêk anîne. Hat gotin ku li gel hedefgirtinên rasterast bi rêya hemleyên elektronîk, hişbir û qetilkirinê, berdewama zihniyeta baviksalariyê li hin deveran, nexasim li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku rola jinan a siyasî paşguh dike, jinên herêmê bûne modelek cîhanî di warên rêxistin, berxwedan û beşdariya çalak de.

Meclisê di rapora xwe de da zanîn ku ew bi rêya panelên hişyariyê, pêkanîna qanûna malbatê li hember van astengiyan disekinin.

Têkildarî aliyê rêxistinî, di raporê de xebatên ku Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya di 6 mehan de kirine, weke çalakiyên rêxistinî, civakî, xizmetguzarî, projeyên aborî, bernameyên hunerî û çandî, plana sala bê, hatin pêşkêşkirin.

Der barê xebata civakî û meydanî de meclisê 643 serdan li navenda bajêr û gundewarê wê kirine. Meclisê serdana malbatên şehîdan, malên jinan û jinên zirar dîtine kirin da ku rewşa wan bişopînin û piştgiriya manewî pêşkêş bikin. Li kêlek wê jî 211 semînerên girêdayî pirsgirêkên curbicur weke dîroka jinê, rexnedayîn, xweparastin, şantaja elektronîk û zewaca temenbiçûk hatin dayîn.

Têkildarî serdanên navneteweyî, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya di 6 mehan de şandeyên ji Brîtanya, Almanya, Holanda, Frans û Çînê ku xebatên meclisê û çalakiyên wan bişopînin, pêşwaz kirin.

Di civînê de sînevîzyona xebatên Kombûna Jinan a Zenûbiya hat pêşkêşkirin, raprên nîvê salê yên girêdayî meclisê hatin xwendin û nirxandin.

Civîn bi gelek xalan bi dawî bû. Xalên di civînê de hatine diyarkirin ji hêla endama Koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Cîhan Mihemed ve hatin xwendin û wiha ne: xebitîna li ser çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, destpêkirina kampanyayên hişyariyê ji bo pêşketina civakê û jinan ku xwe bigihînin civakeke ji tundiyê vala, xebitîna li ser projeyên taybet bi jinan ji bo xwetêrkirinê û xurtkirina aboriyê, vekirina dewreyên perwerdê yê pîşeyî ji bo bihêzkirina jinan di civakê de, xebitîna li ser aktîvkirina komîna jinan di taxan de, xebitîna li ser aktîvkirina qanûna malbatê ji bo misogeriya parastina jinan û zarokan, vekirina akademiya jinan li kantona Reqayê, çareserkirina diyardeya parsekiyê, çêkirina civînên takakesî û nîqaşkirina bi hevserokên jinên ên kantona Reqayê re.

(fr)

ANHA