Meclisa Jinan a Sûriyeyê salvegera 7'emîn a damezirandina xwe pîroz kir

Meclisa Jinan a Sûriyeyê salvegera 7'emîn a damezirandina meclisê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de rêxistin û partiyên siyasî yên herêmê keda meclisê ya ji bo yekkirina xîtaba jinan pîroz kir.

8 îlon 2024   18:30
REQA

Bi boneya salvegera 7'emîn a damezirandina Meclisa Jinan a Sûriyeyê (8'ê Îlonê), meclisê şahiyek li hola Bîstan a bajarê Reqayê li dar xist. Di şahiyê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin beşdar bûn.

Di şahiyê de bi navê Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Idliba Kesk, Meclisa Gelan a Demokratîk, jinên Siwêda û jinên Idlibê axaftin hatin xwendin.

'HEMÛ JINÊN SÛRIYEYÊ DI BIN SÎWANA XWE DE KOM DIKEʹ

Li navê Meclisa Jinan a Sûriyeyê berdevka meclisê Suheyle Senûh axivî û got: "Wek roja îro di sala 2017'an de li bajarê Minbicê damezirandina Meclisa Jinên Sûriyeyê hat ragihandin. Ev yek jî encama têkoşîn û fedakariya bi hezaran jinên Sûriyeyê ye."

Suheyle diyar kir ku meclis tevahî jinên Sûriyeyê yên ji hemû pêkhateyan di bin siya xwe de dihewîne û diyar kir ku armanca wan xurtkirina aştiyê ye nexasim li herêmên ku koçber lê hene, her wiha wan her tim hewl dida şer rawestînin û di çareserkirina krîzê de bi rêbazên siyasî beşdar bibin.

Bi navê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî koordînatora jinan Sebah Şabo salvegera damezirandinê pîroz kir û diyar kir ku jinên Sûriyeyê li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê bûne nimûne.

Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo salvegera damezirandina Meclisa Jinan a Sûriyeyê li tevahî jinên Sûriyeyê pîroz kir û destnîşan kir ku piştî ku jinan xwe di saziyên xwe yên taybet de bi rêxistin kirin û cihê xwe di hemû qadan de girtin, wan gelek destkeftiyên mezin hatin bi dest xistin.

'PIRA PEYWENDÎ Û DIYALOGÊ DI NAVBERA TEVAHÎ JINÊN SÛRIYEYÎ YEʹ

Hevseroka Meclisa Idliba Kesk Dîma El Taha diyar kir ku jinên Bakurê Rojavayê Sûriyeyê hêz û îsrareke bêhempa nîşan dan û di parastina mafên mirovan û aştiyê de her tim pêşeng bûn.

Dîma El Taha got: "Em bi rêya Meclisa Jinan a Sûriyeyê hewl didin kedên jinan bikin yek û wan di hemû qadan de bi cih bikin. Meclisa Jinan a Sûriyeyê jî dê bibe pirek ji bo ku diyalog û têkiliya di navbera jinên tevahî deverên Sûriyeyê de û bi rê ve bibe."

ʹYEKKIRINA XÎTABA JINANʹ

Seroka Partiya Welatprêzên Azad (Weteniyîn Ehrar) Diyaa Ubêd salvegera damezirandina meclisê pîroz kir û got: "Meclis ji nav êşên jinên Sûriyeyê di qonaxa têkbirina DAIŞʹê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat avakirin. Meclisê nêrîn û xîtaba jinên Sûriyeyê kirin yek û destek da şoreşa Sûriyeyê ya ku banga guhartinê û avakirina sîstemeke demokratîk û nenavendî dike."

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya Siwêdayê Xada Reslan bi dîmenekê ji qada Keramê teqezî bi domandina xebatê ji bo yekkirina keda jinan kir.

Berdevka Meclsia Jinan a Sûriyeyê ya li Îmaratê Esma Keftaro destnîşan kir ku hêviya wan a derbaskirina zehmetiyên li pêşiya jinan û çareserkirina krîzê mezin e.

Piştre sînevîzyonek li ser zehmetiyên ku di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de li pêşiya jinan derketine, hat pêşandan.

Şahiyê bi stran bi dawî bû.

(mh)

ANHA