Meclisa Jinan a PYD’ê panelek li dar xist

Meclisa Jinan a PYD’ê bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi navê "Pergala hevserokatiyê di navbera teorî û pêkanînê de" panelek li dar xist.

25 tîrmeh 2024   12:33
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 12’an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi sernavê "Pergala hevserokatiyê di navbera teorî û pêkanînê de" panelek li Navenda Giştî ya PYD'ê ya li Qamişloyê li dar xist.

Di panelê de endam û rêveberên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên civaka sivîl, rewşenbîr û kesayetên serbixwe amade bûn.

Endma Meclisa Giştî ya PYD'ê Arîfe Bekir bixêrhatina beşdaran kir, piştre berdevka PYD'ê Sema Begdaş di çarçoveya bernameya panelê de axivî.

Sema Begdaş diyar kir ku hedef û armancên wan bi vê panelê, bi awayekî rast xwe gihandina sîstema hevserokatiyê ye. Semayê bal kişand ser şerên ku li Rojhilata Navîn û cîhanê diqewimin û destnîşan kir ku di wan şeran de herî zêde jin tên hedefgirtin.

Sema Begdaş di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Me di mînaka çeteyên DAIŞ’ê de jî dît ku çawa destpêkê jin kirin hedef. Lewma şerên ku tên meşandin navbera hêzên demokrarîk û hêzên desthilatdar de ne. Ji bo vê jî ji dîrokê heya niha têkoşîna jinan a hemû qadên jiyanê girîng e. Azadiya jinan bingeha stratejiya me ye.”

Piştî nirxandinan der barê mijara sîstema hevserokatiyê de sînevîzyonek hate nîşandan.

Panelê bi nîqaş nêrîn û nirxandinên beşdaran dewam kir.

(bb)

ANHA