Meclisa Hevkariyê ya Kendavê: tiştê ku li Xezayê pêk tê sûcê şer e

Meclisa Hevkariyê ya Kendavê, êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê şermezar kirin û tiştên ku li wir diqewimin bi “sûcên şer” bi nav kir.

Meclisa Hevkariyê ya Kendavê: tiştê ku li Xezayê pêk tê sûcê şer e
17 îlon, 2025   19:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Hevkariyê ya Kendavê operasyon û êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Sekreterê Giştî yê meclisê Casim El Bedêwî got: ‘’Sûcên dubare yên li Xezayê nûnertiya siyaseta bi zanebûn a qirkirin û koçberkirina gelê Filistînê nîşan dide û têkbirina hemû derfetên aştiyê ye.’’

Beriya çend rojan Îsraîlê ragihand ku dê bajarê Xezayê kontrol bike. Di wê çarçoveyê de dest bi operasyoneke bejahî û hewayî ya dijwar kir.

El Bedêwî diyar kir ku rûdanên li Xezayê “sûcên şer in û li dijî mirovahiyê ne. Hicetên wê nîn in an jî em nikarin li hember wê bêdeng bin. Ew êriş û operasyon, hişmendiya dijminane ya ku jenosîd û cezakirina komî bingeha wê ne, rave dike.”

Her wiha Sekretêrê Giştî yê Meclisê anî ziman ku “bêdengî û paşguhkirina Civaka Navnetewî, ji rûdanên li Xezayê, rê li pêşiya dagirkeriyê vedike ku sûcên dîtir bike”.

Casim El Bedêwî bang li destwerdana lezgîn a navneteweyî kir ji bo ku ev “sûc rawestin û li dadgehên navneteweyî hesab ji sûcdaran bê pirsîn”.

(ac/şx)

ANHA