Malbata şehîd Xemlîn: Şervanên me ne bi tenê ne

Malbata şehîd Xemlîn ku ji şervanên li eniyên Bendava Tişrînê re xwarinê çêdike, diyar kir ku ew şervanên xwe bi tenê nahêlin.

Malbata şehîd Xemlîn: Şervanên me ne bi tenê ne
Malbata şehîd Xemlîn: Şervanên me ne bi tenê ne
Malbata şehîd Xemlîn: Şervanên me ne bi tenê ne
Malbata şehîd Xemlîn: Şervanên me ne bi tenê ne
Malbata şehîd Xemlîn: Şervanên me ne bi tenê ne
Malbata şehîd Xemlîn: Şervanên me ne bi tenê ne
Malbata şehîd Xemlîn: Şervanên me ne bi tenê ne
Malbata şehîd Xemlîn: Şervanên me ne bi tenê ne
10 ÇILE, 2025   12:58
KOBANE
SARIYA ŞÊXO

Gelê herêmê bi rêbazên cuda piştgiriyê didin şervanên QSD û YPJˈê yên li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê û gundên derdora wan tê dikoşin.

Rêbazeke piştevaniyê jî çêkirina xwarinê ji şervanên li sengerên berxwedanê re ye. Li gelek gundên Kobanê dayik bi çêkirina xwarinan piştgiriyê didin şervanan.

Duh jî li gundê Bilik ê li başûrê bajarê Kobanê malbata şehîd Xemlîn xwarin ji şervanan re amade kir.

`EM HER TIM LI PIŞTA ZAROKÊN XWE NE`

Birayê şehîd Xemlîn Celal Salih Getaş diyar kir ku ji şervanan re xwarinê çêdikin û got: “Em wek malbata şehîd Xemlîn me xwest ji şervanên xwe re xwarinê çêkin. Em ji şervanên xwe re dibêjin em her tim li pişta we ne û em ê her tim li pişta we bin. Em ne ji balafirên dewleta Tirk a dagirker ditirsin ne jî ji topên wan ditirsin. Em tu carî ji warê xwe dernakevin, tu carî wê xewnên dagirkeran pêk neyê.”

Celal Salih Getaş anî ziman ku şervanên wan hêza wan in û got: “Em berxwedana zarokên xwe yên di çeperên şer de silav dikin. Ew hêz û vîna me ne. Wê tu carî hêza me li hember êrişên dagikeriyê lawaz nebe."

`JI ME ÇEK WERE XWESTIN, EM Ê ÇEKÊ JÎ RAKIN`

Celal Salih Getaş da zanîn ku berxwedana şervanan dê erşa desthilatdariyê têk bibe û axaftina xwe wiha domand: “Şervanên me li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaq berxwedaneke bê hempa didin meşadin. Çi ji me were xwestin em ê bikin. Were xwestin ku em çekê rakin, em ê rakin.”

Hevjîna birayê şehîd Xemlîn, Sara Mehmûd Ehmed got ew ê ji bo zarokên xwe her tim di nava tevgerê de bin û wê her tim piştgiriya zarokên xwe bikin û axaftina xwe wiha dom kir: “Em îro xwarinê çêdikin, ji bo ku em ji zarokên xwe re bişînin. Em ji bo şervanên xwe her tim di nava tevgerê de ne. Em wan tu carî bi tenên nahêlin. Em her tim li pişta zarokên xwe yên di çeperên şer de ne. Em her tim serkeftinê ji wan re dixwazin.”

`EM JI BO ŞERVANÊN XWE HER TIM FEDAYÎ NE`

Sarayê diyar kir ku çi ji wan were xwestin ew ê bikin û got: “Were xwestin em ê çekê rakin. Şervanên hebûn û nasnameya me ne. Em ji bo şervanên xwe her tim fedayî ne.”

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xemlîn Kobanê (Emîra Şahîn) 3'yê Gulana 2023 li ser rêya Xurafî ya Hesekê-Dêrazorê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûbû.

(bb)

ANHA